Li Zanîngeha Enqereyê carek din li dijî xwendekarên Kurd êriş pêk hat 2026-06-11 11:03:09   ENQERE - Li Kampusa Cebeciyê xwendekarên Kurd ên ku carekî rastî êrişê hatin, di amfiyê de asê man. Koma nîjadperest hewl dide bikeve hundirê amfiyê.   Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê di 8’ê Hezîranê de xwendekarên Kurd ên ku rastî êrişa koma ku ji xwe re dibêje “tevgera ulkucu” hatin, îro carekî din rastî êrişa nîjadperest hatin. 3 xwendekarên ku rastî êrişê hatin, di amfiya Fakulteya Hiqûqê de asê ma. Koma nîjadperest, hewl dide bikve hundirê amfiyê. Hate diyarkirin ku polîs têketine nava zanîngehê.