Jin li dijî tundiyê hatin gel hev 2026-06-11 12:06:08   AMED - Şaredariya Rezanê di çarçoveya kampanyaya "Gotinên Me Bi Dawî Nebûn, Em ê Bi Hev Re Şîdetê Rawestînin" de li taxan komxebat li dar xistin.   Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan  a li Amedê di çarçoveya kampanyaya "Gotinên Me Bi Dawî Nebûn, Em ê Bi Hev Re Şîdetê Rawestînin" de komxebatên xwe yên li taxan didomîne. Piştî Alçimen û Dagsu, li gundê Tezaharapê komxebatek hate lidarxistin. Xebatên meydanî hatin kirin û jin hatin cem hev. Komxebatên li ser "Rizgarkirina Zayendî" û şîdeta dîjîtal hatin lidarxistin.   Psîkologa saziyê derbarê mijarê de axivî. Nirxandin bi jinan re li ser rolên zayendî, newekhevî û şîdetê hatin kirin û ezmûn û raman hatin parvekirin. Girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî şîdetê û ji bo hêza hevgirtinê hate destnîşankirin.