Doza gumanbarê ku Yagmur Çoban qetil kir hat taloqkirin 2026-06-16 20:05:34   KAYSERÎ - Li Kayseriyê gumanbar Fehmî Demîrkolu, Yagmur Çoban qetil kiribû. Di doza ku gumanbar dihat darizandin de der barê gumanber de cezayê muebetê hat xwestin.   Li Kayseriyê Fehmî Demîrkolu, Yagmur Çoban bi çekê qetil kiribû. Doza ku gumanbar jê dihat darizandin îro li 8’emîn Dadgeha Ceza Giran a Kayseriyê hat dîtin. Di runiştinê de umanbar, dayika Yagmur Çoban Tuba Çoban, parêzerê malbatê û parêzerê gumanbar amade bûn.   Gumanbar îdia kir ku ew bê sûce û tahliyeya xwe xwest.   Dozgerê mutala xwe aşkera kir û daxwaz kir ku gumanbar ji sûcê ‘ji qestî jin qetilkirin’ cezeyê muebetê lê bê birîn.   Runiştin ji  ber sedema ku parêzerê gumanbar ji bo parastinê dem xwestiye hat taloqkirin.