Ji Îzmîrê bang kirin:Em ê Denîzê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin 2026-06-17 20:42:14   ÎZMÎR - Di 5’emîn salvegera kuştina Denîz Poyraz de li Îzmîrê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew kujer û hêzên li pişt êrîşê baş nas dikin û dê têkoşîna wan a li hemberî wan bidome.   Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê, ji bo Denîz Poyraz a ku di êrîşa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû kuştin, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de pankarta “Em soz didin Denîz em ê jiyaneke nû ya wekhev û azad ava bikin” hat vekirin û dirûşmeyên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo Denîz edalet, ji bo her kesî edalet”, “Hesabê Denîz wê were pirsîn” û “Soza me ji Denîz re wê aşitî pêk were” hatin berzkirin. Tevî Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agac ve hat xwendin.   ‘Em ê Denîz ji bîr nekin, nedin jibîrkirin’   Turkan Aslan Agac destnîşan kir ku her çend 5 sal di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû be jî, êş û lêgerîna edaletê hîn jî berdewam dike û anî ziman ku ev êrîş ne tenê li dijî kesekî bûye, di heman demê de mafê siyaseta demokratîk, vîna pêkvejiyanê û hêviya aştiya civakî jî kiriye hedef û got: “Tundiya mêran a li ser jinan sûcên nefretê, polîtîkayên bêcezakirinê û cihêkarî her çend bi şêwazên cihê derkevin pêşberî me jî, ji heman hişmendiya tarî xwedî dibin. Îro em li ber bîranîna Denîz Poyraz careke din soz didin: Em ê li dijî nefretê jiyanê, li dijî tundiyê aştiyê û li dijî bêcezakirinê edaletê biparêzin. Em ê Deniz ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”   ‘Em kujerên Deniz Poyraz nas dikin’   Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî. Îbrahîm Akin destnîşan kir ku wan demeke dirêj doz û darizandina Denîz Poyraz şopandiye, lê lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û got: “Ev kujer 50 deqîqe piştî êrîşê dema ji avahiyê derket, polîsan jê re got ‘Kerem bike’ ketin bin çengê wî û ew binçav kirin; piştî 18 saetan jî hat girtin û şandin girtîgehê. Her kes dizane ku ji bo dozên herî hêsan jî mirov bi kêmanî 3-4 rojan di binçavkirinê de tên girtin. Ji ber wê yekê, em ji vir careke din dibêjin: Em kujerên Denîz Poyraz nas dikin. Em hêzên li pişt wî dizanin. Ji bo ku em wan eşkere bikin û edaletê bi cih bînin, em daxwaza xwe dubare dikin.”   Piştî daxuyaniyê, girseyê qurnefîl avêtin deryayê. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.