Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn bîstanê bajar vekir 2026-06-19 19:27:38   AGIRÎ - Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn ya Agiriyê Bîstanê Bajar a Jinan vekir.   Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn ya girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Şaredariya Agiriyê, li taxa Firatê Bîstanê Bajar a Jİnan vekir. Di bernameyê de xebatên çandina şitlan hat destpêkirin. Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, endamên meclîsa şaredariyê, kedkarên şaredariyê û jinên taxa Firatê tevli vekirinê bûn.   Jinan şitil çandin û seranserê havînê wê jin berhem kom bikin û parve bikin.