Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê gavên qanûnî bên avêtin 2026-06-22 15:10:08   ENQERE -Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku bêyî çêkirina qanûnan ne pêkan e pêvajo mîsoger bibe û wiha got: “Divê demildest Meclîs vê berpirsyariyê bigire ser xwe.”   Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.   Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê êdî ji bo pêvajoyê gavên qanûnî bên avêtin û wiha got: “Bendewariya civakê ew e ku pêvajo bi qanûnan bê mîsogerkirin. Çarçoveya qanûnî dikare pêvajoyê ji aliyê qanûnî vê mîsoger bike û baweriya ji bo pêvajoyê xurt bike. Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye. Ji bo pêvajo mayinde bibe û civakî bibe çêkirina qanûnan mecbûriyet e. Li Meclîsê komîsyonek hatibû ava kirin û vê komîsyonê raporeke hevpar jî belav kir. Ev rapor nexşereyek e. Helbet berpirsyarî ya desthilatê ye. Lê partiyên di Meclîsê de ne jî ji xwedî berpirsyar in. Divê demildest Meclîs vê berpirsyariyê bigire ser xwe. Heke Meclîs peywîra xwe bicih bîne û mîsyona ji bo aştiyê bi cih bîne, dê civak jî ji pêvajoyê bawer bike. Dema em qala çarçoveya qanûnî dikin di heman demê de em qala demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikin.”   ‘Heke qanûn nebin pêvajo ne pêkan e mîsoger bibe’   Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku manîpulekirina çarçoveya qanûnî ne rast e û got: “Em hemû partiyan vedixwînin ku li gorî rapora hevpar a komîsyonê ku îmzaya me hemûyan li bin hebû tevbigerin. Em bang li Numan Kurtulmuş jî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di vê pêvajoya dîrokî de bi rola xwe rabe. Qanûna çareseriyê û gavavêtina qanûnî pêwist e. Heke qanûn nebin pêvajo ne pêkan e mîsoger bibe.”   Pakêta 12'emîn a Darazê   Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser Pakêta 12emîn a Darazê û wiha got: “Ev pakêt jî dûrî bendewariya civakê ye û berevajî bendewariya civakê ye. Îro daraz bi temamî di bin bandora siyasetê de ye. Bendewariya civakê pêkhatina edaletê, berdana girtiyên siyasî, azadî û wekheviyê ye. Lê ev pakêt dûrî van bendewariyan e û desthilat li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Pêdivî bi pakêtên darazê yên bendewariya civakê re bibin bersiv heye. Bi torbaya 8emîn a darazê jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn binpê dikin. Desthilat her tim li gorî berjewendiyên xwe torbayên darazê tîne. Li Meclîsê tevî 76 parlamenter li Meclîsê tunebûn jî li ser navê wan pusula hatiye danîn. Bi vî awayî rêzdariya Meclîsê dê çibibe? Bi parlamenterên ne li Meclîsê bûne dixwazin li gorî berjewendiyên xwe biryaran derbas bikin. Em vê qebûl nakin û divê ev yek dubare nebe.”   Mîtînga azadiyê   Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser mitîngên 27-28ê Hezîranê de dê li Stenbol, Mersîn, Wan û Amedê bên lidarxistin û wiha got: “Ev miting ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk dê bên lidarxistin. Birêz Ocalan tevî muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyêye jî şert û mercên wî nehatine başkirin. Ev mitîng di heman demê de bangawaziya başkirina ji bo şert û mercên birêz Abdullah Ocalan e. Li dijî provakasyonan em bang li Wezîrê Karên Navxweyî û berpirsyaran dikin ku rê nedin vê yekê. Ji bo aştî û demokrasiya vî welatî em ê werin cem hev û bang li hemû kesan dikin ku di vê mijarê de hestiyar tevbigerin.”derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku bêyî çêkirina qanûnan ne pêkan e pêvajo mîsoger bibe û wiha got: “Divê demildest Meclîs vê berpirsyariyê bigire ser xwe.”