Ji dosya Rojwelat Kizmaz: Xêzên wê lêpirsîna Gulîstan Doku bi bîr xist 2026-06-24 09:06:36   Şehrîban Aslan   AMED - Mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz di bîra mirovan rê li ber pirsnîşanan vekir û di lêkolînên di telefona Rojwelat Kizmaz de di xêzên wê de jinek heye û mêrekî berê çekê daye wê jinê.   Rojwelat Kizmaz di 9’ê Sibata 2024’an de li Êlihê bi guman jiyana xwe ji dest da û cenazeya wê di Gola Bendava Ilisu de hatibû dîtin. Dosya der barê mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz de bi biryara "Cih ji lêpirsînê re tuneye" hatibû girtin. Malbat bi delîlên nû di meha Nîsanê de carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Malbatên geşedanên dawî yên dosya Gulîstan Doku wek "delîlên nû" nirxand û daxwaz kir ku biryarên berê yên dosya Rojwelat Kizmaz bên rakirin.   Piştî vê me di nûçeya xwe ya di 2’yê Hezîranê de derxist holê ku Serdozgeriya Komarê ya Erziromê, ji Serdozgeriya Komarê ya Êlihê re muzekere nivîsiye û kopya delîlên di dosya Rojwelat Kizmaz de hatine xwestin. Di muzekereyê de îbareya ku kopyayên hatine xwestin dibe ku bi dosya Gulîstan Doku re têkiliya wê hebe bal kişandibû.   Di xêzên xwe de cih daye mafê jinan   Di rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî ya der barê telefona Rojwelat Kizmaz ya Adara 2026’an de, hat gotin ku di encama lêkolîna îmaja telefonê de kaixzên xêzkirî û nivîsandî hene û ev bi telefonê hatine kişandin, di metna dîmen de mijarên der barê ‘mafê jinan’ de cih digirin.   Di xêzên Rojwelat Kizmaz de jineke por dirêj heye û mêrekî berê çekê daye wê jinê. Ev xêz gotinên birayê gumanbar Umut Altaş, Sîdar Altaş bibîr dixe.  Umut Altaş û Sîdar Altaş îtîraf kiribû ku kurê walî yê demî yê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Musftafa Turkay sonel bi çekê Gulîstan qetil kiriye.”   Parvekirina di înstagramê de   Dîsa di lêkolîna di telefonê de parvekirina Rojwelat Kizmaz ya di 13’yê Cotmeha  2020’an ku  piştî windakirina Gulîstan Doku parvekiriye ya wekê "Belgekî payîzê ya din kêm maye ku bikeve axê, em hîna li ser piyane gelo ev şans e" balê dikşîne.   ‘Ne keseke ku întîxar bike bû’   Keseke ku Rojwelat Kizmaz ji nêz ve nas dike di qeyda deng de wiha dibêje: “Ez di wê  baweriyê de me ku Rojwelatê tiştek dizanibû. Ez difikirim ku dihat tehdîdkirin. Ez Rojwelatê ji nêz ve nas dikim. Bi kêf û coş bû. Ne keseke ku întîxar bike bû. Ez vê ji dil dibêjim. Îhtîmala ku hat tehîdkirin û berbi întîxarê çû mezin e. Ne jineke ku întîxar bike bû. Rewşa Gulîstanê bandorek mezin li ser me hemûyan kir. Lê rewşa Rojwelat jî em hem bi bandor kirin em jî birîn kir. Me tiştek wisa nedipa.”