Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir 2026-06-26 12:56:57   AMED - Di çarçoveya xebatên pirzimanî de Şaredariya Sûrê ya Amedê ji bo karmendên şaredariyê dest bi kursa xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kir.   Di çarçoveya xebatên pirzimanî de Şaredariya Sûrê ya Amedê ji bo karmendên şaredariyê dest bi kursa xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kir. Kurs li salona meclisê ya li avahiya şaredariyê pêk tê. Kursên ziman ên ji bo karmendên şaredariyê dê bi 2 zaravayên Kurdî (kurmancî û kirmanckî) berdewam bikin û hemû xebatkarên şaredariyê yên ku dixwazin hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin dikarin cihê xwe di van kursan de bigirin.   Tê payîn ku ev kursên ziman ên ku rastî tevlîbûn û eleqeyeke mezin tên dê roleke mezin di geşkirina xizmetên şaredariyê yên pirzimanî de bilîze.