ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2026'AN 2026-06-27 09:00:00     * Parêzer Îrem Esra Altun der barê mirinên bi guman yên jinan û qetilkirina jinan de axivî û got: “Dozger û dadger darizandinek bi bandor nameşînin. Nêrîna ku desthilatdarî afirandiye bandor li her derê kiriye.” BI DÎMEN    *Li Rihayê zarokê bi navê Muhammed Kendîrcî bi îşkenceyê hatibû qetiklirin. Derbarê kuştina Muhammed Kendîrcî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve  îdianame hat amadekirin û şandin 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Rihayê. Lê dadgehê daxwaz kir ku doz li bajarekî din bê dîtin.   *Di dîmenên nû yên der barê bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê hatiye jiyîn de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiya fîzîkî li astengdar, kal û pîr û nexweşan dikin. BI DÎMEN