Bi keda xwe çandê dide jiyîn 2026-06-28 09:03:07   Aycan Metîn   WAN - Sema Yuce Polat ku bi armanca jiyankirina çanda Kurd hilberînê dike û îstîhdama xwe dike, peyama "Jin bi keda xwe dikarin li her qadê hebin û jiyan xwe bi awayekî azad bikin" dide.   Di şert û mercên ku pergala serdest ya mêr keda jinan tune dihesibîne, jinan davêje plana dawî ya jiyana çand, aborî û civakî, jin dest ji hilberînê bernadin. Jinên ku li aliyekî nirx û bîra civakî vediguhezîne nifşên pêşerojê li aliyê din bi keda xwe aboriya xwe bi dest dixin û li dijî rolên serdestiya mêr têdikoşin.   Sema Yuce Polat (26) bi armanca ku çanda Kurd bide jiyîn salek berê dest bi hilberîna xişir kir. Sema Yuce Polat pêvajoya hilberîna xwe ji me re nirxand.   Sema Yuce Polat ku salek berê dest bi hilberîna xişir, cil û bergan kir, got sedema destpêkirina karê xwe fikarên aborî wêdetir, ji bo nirxên çandî bide nîşandanê ye. Sema Yuce Polat wiha anî ziman: “Min xwest çanda xwe nav ciwanan de bidim xuyakirin. Ji bo ciwan çanda xwe nas bikin min dest bi vî karî kir. Bêyî ku bandora ku nasnameyek etnîk de bimînim min dest bi vî kaî kir. Bi taybet jin xwedî li pêşeroja xwe derdikevin. Em jin çanda xwe didin jiyîn.”   Cesaret da jinan   Sema Yuce Polat bi lêv kir ku pêvajoya hilberînê bi wê sînor nîne û wiha bi lêv kir: “Xebatên min ji gelek jinan re dibe îlham .Dema min dest bi kar kir gelek jin ji min bandor bûn. Dest bi kar kirin. Berê cesaret nedikirin. Lê piştî ku ez dîtim, bixwe bawer bûn. Em bi hev re dixebitin û ew jî ji vê rewşê gelek kêfxweşin. Bi rastî jin dikarin her karî bikin. Em jin li her qadê keda xwe nîşan didin. Bê guman carnan têkçûnên aborî hene lê ev ji bo me jinan derfete.”   ‘Ez hewcedariyê xwe bi qezenca xwe digirim’   Sema Yuce Polat destnîşan kir ku dema dest bi kar kirine hedefa wan ne aborî bûye û ev tişt vegot: “Bi demê re beramberiyeke aborî ya xebata me ava bû. Bi saya qezenca me kir me hewcedariyên xwe girtin. Aborî, ji bo jinan gelek girîng e. Dema bi qezenca xwe hewedariyên xwe digirim kêfxweş dikim. Bi derfetên xwe ji bo xwe tiştek kirin pir baş e.”   ‘Jin dikarin li her qadê her tiştî bikin’   Sema Yuce Polat di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku keda jinan pir caran tê tunekirin û binpêkirin û tevê vê jin li her qadê dikarin serkeftî bin. Sema Yuce Polat wiha dawî lê anî: “Ez bi tecrubeya xwe dixwazim ji gelek jinan re bibim mînak. Ligel min du hevalên min yên jin hene. Ji ber rolên zayenda civakî jin hepsê malê tên kirin. Keda jinan nayê dîtin û di vê pêvajoyê serkeftina jinan gelek girîng e. Du hevalên min yên jin yên bi min re vî karî dikin hene. Jin dikarin li her qadê bi keda xwe hebin û bi awayekî azad bijîn.”