Li Semsûrê hevdîtina ‘em aştiyê bi gelan re ava dikin’ 2026-07-05 18:54:43     SEMSÛR-Welatiyên gundê Bersomik û Kilisikê yên navçeya Kolikê ya Semsûrê tevlî civîna gel bûn û destnîşan kirin ku dewlet dixwaze gelê Kurd mijûl bike. Çîgdem Kiliçgun Uçar jî civînê de axivî û diyar kir ku her kes qala aştîyê dike,Lê gava dor tê pratîkê tu tişt nîne û got: “Berî her tiştî divê dewlet statûya sermuzakerevanê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan êdî nas bike.”   Civînên gel ên DBP’ê ku  bi dirûşma “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” li Semsûrê berdewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li gundên Bersomik û Kilisikê yên navçeya Kolikê ya Semsûrê bi gel re civîn li dar xistin. Rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûrê û gelek welatî tevlî civînan bûn.   Çîgdem Kiliçgun Uçar destpêkê çû li gundê Kilisikê gel re civiya û liv ir axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke wiha ye ku bi salan e nayê çareserkirin û got ku komkujî û girtîgeh li Kurdan hatine rewakirin û wiha got: “An em ê di hiqûqa vî welatî de cih bigirin, an jî em ê bi hev re tiştê ku ev welat heq dike ava bikin. Em tam di pêvajoyeke wiha de ne. Em di pêvajoyeke wiha de ne em ji sêdaran hatine asta muzakereyê. Bi bangawaziya Abdullah Ocalan re em niha di xaleke gelekî cuda de ne. Lê belê li Rojhilata Navîn hevsengiyeke pir cuda heye. Di şerê DYA û Îranê de derketin û gotin ‘me çek dane Kurdan’. Wan xwest ku Kurd ji bo kê şer bikin? Hêzên hegemonîk bi temamî li gorî berjewendiyên xwe ev polîtîka meşandin. Ev welat li ser bingeha ‘Kurd tune ne’ hat avakirin. Lê Kurd ji vî welatî re dibêjin ‘qanûnên xwe bi cih bîne demokrasiyê ava bike’ û divê xalê de xwedî gotin in. Me aqilê jiyana hevpar a gelan dîsa di vê erdnîgariyê de winda kir. Di meclîsa ku digot ‘Kurd tune ne’ de, hemû partî ji bo çareseriyê hatin cem hev. Ev rewş bi saya bawerî û têkoşîna we ye.”   ‘Divê em tevlî pêvajoyê bibin’   Çîgdem Kiliçgun Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ocalan jî dibêje ku divê gelê me bigihîje asteke wiha ku bikaribe bi hêza xwe hin tiştan biguhere. 27’ê Sibatê bangawaziyeke wiha nîn e ku tenê Kurdan eleqedar dike. Bi vê bangawaziyê re çek hatin danîn, nexwe dê misogeriya vê çawa bibe? Jixwe ew ê jî bi hiqûqê bibe. Dewlet gavan navêje.Hinekî din jî kî dê gavan bi dewletê bide avêtin û bi çar destan li aştiyê xwedî derkeve? Dewlet bi navêtina gavan, hewl dide ku baweriya bi aştiyê kêm bike û zirarê bide wê. Ev bixwe jî polîtîkayeke dewletê ye. Birêz Ocalan ji ber ku baweriya xwe bi hêza xwe û bi gelan anî ev pêvajo da destpêkirin. Ji ber vê yekê di demekê de ku şert û merc ji bo çareseriyê evqas nêzîk bûne, heke em ne tenê temaşevan bin û tev li pêvajoyê bixwe bibin, em dikarin aştiyê geş bikin û rê li ber demokrasiyê vekin. Divê em xwedî li vê qonaxa krîtîk derkevin. Em di rewşeke wiha de ne ku qedera xwe ji destê kesên din bigirin û bixwe binivîsînin.”   Xwedî derketina aştiyê   Çîgdem Kiliçgun Uçar li ser pirsa, “Dewletê ji dîrokê heta îro her tim xwest gelê Kurd bixapîne. Ji ber vê yekê jî navêtina gavan a ji aliyê dewletê ve, di nav me de rewşeke bêbaweriyê derdixe holê, hûn li ser vê çi dibêjin? Wiha bersiv da.”Hate gotin ku Meclîs nakeve betlaneyê, lê niha civîna NATOyê wekî hincet derxistin pêş. Em baş dizanin ku NATOyê dê çawa enerjiyê par bike vê nîqaş bike. Ji ber vê yekê, li şûna ku em bendewariyê de bin, divê em bixwe bi hev re ji bo aştiyê ava bikin. Ji dîrokê heta îro em bi gelek fêlbazî û dekûdolaban re rû bi rû man û em ê hê bêtir rû bi rû bimînin jî. Divê em neyên tu lîstikan û li aştiyê xwedî derkevin û gotina aştiyê bêjin.”   Çigdem Kiliçgun Uçar û şandeya ku pê re piştî gundê civîna gel a gundê Kilisikî ji bo civîneke din a gel ber bi gundê Bersomikê rê ketin û beriya derbasî civîna gel a gundê Bersomikê bibe serdana gora Huseyîn Kizil ê ku 28’ê Adara 2006’an de li navçeya Licê ya Amedê di encama kimyasalê ve jiyana xwe ji dest dabû kir.   ‘Çareserî bi naskirina statûya Ocalan û vîna civakê pêkan e’   Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku di sedsala 21’an de hatina ba hev û li ser qedera xwe axaftin gelek bi nirxe û wiha got: “Em îro bi pêşengtiya Birêz Ocalan de di qonaxa muzakereyê de ne. Dema ku ev dewlet hat avakirin, li ser yekperestiyê hat avakirin. Hewl dan ku li ser nasnameyeke tenê dewletekê ava bikin. Lê belê gava em lê dinêrin, di vî welatî de tenê nasnameyek najî. Li Rojhilata Navîn hewl dan ku Kurdan binerd bikin, lê Kurd di bin wê axê de şîn bûn. Bi ked û baweriya we ev pêvajoya îro ava bû. Di vê pêvajoya ku niha têmeşandin de, em hemû muhatab in. Di qonaxa ku em gihîştinê de, divê em hemû bi hev re pêşerojê ava bikin.”   ‘Divê statûya Ocalan bê naskirin’   Çîgdem Kiliçgun Uçar, bersiva pirsa “Dewletê heta îro her tim em mijûl kirine û niha jî dixwaze me mijul bike ev yek jî nîşan dide ku hîna jî Kurdan qebûl nake.  Dewlet ev du sal in di cihê xwe de dijmêre û tenê di asta gotinê de dimîne û çima gavan navêje? Wiha bersivand: “Raste dewlet gavên navêje û hewldide me bi pirsgirêk û rojevên cuda mijûl bike. Birêz Ocalan dema ku banga 27’ê Sibatê kir, xwe dispart hêza me û bawerîya me. Em dizanin ku dewlet gavan navêje, lê em ê bi dewletê gavan bidin avêtin. Zirar û zîyana ku îro gihîştiye mirovên vî welatî, li tu derê nehatiye dîtin. Îro avakirina aştiyê û anîna çareseriyê pêkan e, lê ji bo vê yekê vîn hewce ye. Divê hemû beşên civakê sîyaseta demokratîk bikin. Dema ku ciwanên me nekevin nav sîyasete, dewlet wan bi polîtîkayên şerê taybet dikişîne nav rewşên xerab. Em hemû pir baş dizanin ku ji bilî aştiyê tu çareyek din nîne. Hûn herin licîhanê bigerin, her kes qala aştîyê dike, lê gava dor tê ser pratîkê tu tişt nîne. Ji ber vê yekê divê em di pratîkê de xwedîji aştîyê derkevin. Berî her tiştî, divê dewlet statuya sermuzakerevanê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan êdî nas bike.”   ‘Divê ciwan beriya her kesî xwedî li pêvajoyê derbikevin’   Welatîyekî ku tevlî civînê bû jî bi lêv kir ku dewletê hebûna xwe li ser tunebûna me Kurdan ava kiriye û got: “Em neteweyek in. Heta ku ziman û nasnameya me neyê naskirin, em bi tu çareseriyê bawer nakin. Kurd ne Kurdên berê ne û êdî bawer dikin ku divê yekîtiya xwe ava bikin. Em bi hêz û têkoşîna xwe bawer dikin, em ê bi vê baweriyê aştîyê ava bikin.”   Çigdem Kiliçgun Uçar li ser pirsa ciwanekî ku got “Ciwan baweriya xwe bi vê dewletê nayne, di vê rewşê de em dikarin çi bikin?” Wiha bersiv da: “Divê em bi vîna xwe di vê pêvajoyê de cih bigirin û hêza herî girîng a civakê ciwan in. Divê ciwan berî her kesî xwedî li vê pêvajoyê derkeven û xwebi rêxistin bikin.”   Civin piştî pirs û bersivan bi lêxistina çepikan bi dawî bû.