Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin 2026-07-08 11:05:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye di salvegera mersîma şewitandina çekan de wê paketeke ji daxwazên xwe yên lezgîn a ji 5 xalan pêşkêşî meclîsê bike.   Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye di salvegera merasîma şewitandina çekan de ku 11'ê Tîrmeha 2025'an bi pêşengiya Besê Hozat Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 gerîlayî çek şewitand, wê li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Jinên ku wê saet di 11:00 de daxuyaniyê bidin, wê "5 daxwazên xwe yên lezgîn" pêşkêşî Meclîsê bikin.   Daxwazên înîsiyatîfê bi vî rengî ne:   "*Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin, siyaset êdî weke sûc neyê dîtin û girtiyên siyasî azad bibin.   * Dawî li kiryarên qeyûm bê anîn û îradeya demokratîk a gel bê naskirin.   * Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin.   * Ji bo aştî di nava mercên wekhev û demokratîk de bê avakirin, pêvajoyên danûstandinan bê meşandin.   * Ji bo aştiyeke bi rûmet û mayinde Meclîs qanûnên pêwîst û sererastkirinên demokratîk bêyî derengxistinê bixe meriyetê."   * Înîsiyatîfê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ji bo xurtkirina têkoşînê bang kir."