Dayika Sakîne Karakoçan hat definkirin 2026-07-08 15:37:00   XARPÊT - Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Karkoçanê Havva Selvî Tepe jiyana xwe ji dest da. Havva Selvî Tepe li warê xwe Depê hat definkirin.   Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Karakoçan (Gonul Tepe), Havva Selvî Tepe (97) ku li Balikkesîrê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazetê Havva Selvî Tepe îro ji ali yê rêvebirên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiha Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û ji aliyê parlamenteran ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Havva Selvî Tepe piştî merasîma li cemxaneyê li gundê Delikan ê navçeya Depê ya Xarpê hat definkirin. Tevî nûnerên partiyên siyasî gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.   Cenazeyê Havva Selvî Tepe, li goristana gund  hat definkirin.   'Bûn bingeha azadiyê'   Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak got: “Em dayika xwe oxirî cîhana heqîqetê dikin. Dil dixwest ku bêyî kêmasî em dayika xwe oxir bikin. Lêbelê, berdêlên ku vê axê, vê erdnîgariyê û gel da dayika me jî jiya. Bi hesret koç kir. Canê me Sakîne ne li vir e. Berpirsiyariya wê û daxwaza wê ya xatirxwestinê berpirsiyariya me ye. Dayikên me kevirên bingehîn ên vê têkoşînê bûn. Bûn kevirên bingehîn ên heq, azadî, lêgerîna heqîqetê. Oxir be.”   Dê şîn li cemxaneya gund bê danîn.