Ji Şaredariya Yenîşehîrê 'Civîna Butçeyê ya Hesasiyeta Zayendî' 2026-07-09 12:41:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Yenişehirê 'Civîneke Budçekirinê ya Hesasiyeta Zayendî' bi beşdariya jinan li dar xist.   Şaredariya Yenişehirê 'Civîneke Budçekirinê ya Hesasiyeta Zayendî' bi beşdariya gelek jinan  li Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş li dar xist. Jinên ji taxên Şehitlik û Ben û Senê bi parvekirina ezmûnên xwe yên jiyanê û daxwazên xwe beşdarî pêvajoya budçeyê ya Rêveberiya Polîtîkayên Jinan bûn.     Cîgira Hevşaredara Yenîşehirê, hevberdevka  meclîsa şaredariyê, endamên meclîsê, xebatkarên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan û gelek jin beşdar bûn.