Nobeda ji bo azadiya Abdullah Ocalan di hefteya 732'emîn de ye 2026-07-09 15:02:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir kete hefteya 732'emîn.   Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir kete hefteya 732'emîn.   Nobeda li Strasbourgê ku Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê lê ye, di sala 2012'an de piştî greva birçîbûnê destpê kiribû.   Nobedarên vê hefteyê koma ji şeş kesên enternasyonalîst ên ji Elmanyayê ye.   Di nava komê de Zara Jancar, Rebekka Wald, Josefine Schaft, Mira Abendrot, Sandrine Walter û Tanja Bergmann hene.   Nobed di nava 14 salan de ji aliyê bi sedan komên ji welatên cuda yên Ewropayê hate meşandin.