Li Dêrikê jin li dijî tundiya mêr meşiyan 2026-07-10 18:20:39   MÊRDÎN - Li Dêrikê li dijî tundî û qetilkirinên jin û zarokan meş pêk hat û jinan wiha got: “Em îradeya jinan jî jiyana zarokan jî teslîmê vê tarîtiyê nakin.”   Li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikşînin ser qetilkirina jin û zarokan meşek pêk hat. nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek jin tevli bûn.   Jin li ber avahiya DEM Partî ya Dêrikê hatin gel hev û pankarta ‘li dijî tundiya mêr dewletê jin jiyan azadî’ vekirin. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî berzkirin.   Piştî meşê hevseroka OHD’a Mêrdînê Berîvan Orhan axivî û da zanîn ku jin û zarok bi sîstematîk hedef tên girtin. Berîvanê daxuyakirin ku tiştên tên jiyîn wek tesaduf an jî mirinên bi guman nagirin dest û got wê ne îradeya jinan ne jî jiyana zarokan teslîmê vê tarîtiyê nekin. Berîvanê her wiha daxuyakirin ku jin ne tenê ne û bang kir ku divê jin bi hev re vê dorpêçê bişkînin.   Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî daxuyakirin ku gumanbar ji polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê digirin û divê gumanbar demildest bên cezakirin.   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.