ROJEVA 13'YÊ TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-13 09:00:00   * Wekîla Serokê Odeya Esnafên Berber, Kuafur û Salonên Bedewbûnê Nejla Delen da zanîn ku krîza aborî bandorek mezin li ser esnafên biçûk dike û got ji ber kirêyên zêde esnaf nikarin debara xwe  bikin. BI DÎMEN    * Têketina gundên Navberoj û Dûyê yên ku bi banga ‘vegerin gundê xwe’ ji nû ve ji îskanê re hatibû vekirin, îro girêdayê destûrê ye. Gundiyên di bin siya pêkanînên ewlehiya xeta sînor de dijîn, diyar dikin ku sewalkarî, çandinî û bazirganî jî qedexe ye. BI DÎMEN    *Dayika Aştiyê Peyruze Kurt a tevli merasîma şewitandina çekan bû wiha got: “Divê dewlet gavê babêje. Heta deriyên Îmraliyê venebin, tu kes baweriya  xwe bi pêvajoyê nayne. BI DÎMEN