Li Hezexê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2026-07-16 14:13:07   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jina bi navê Azîze Yaman bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da.   Jina bi navê Azîze Yaman (20) li mala ku lê dijiya a li Taxa Yeniyê ya navçeya Hezexê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Hat destîşankirin ku Azîze Yaman ji xaniyê ku lê dijiya ketiye û jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Azîze Yamanê ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.   Derbarê mirina biguman a Azîze Yamanê de lêpirsîn hat destpêkirin.