'Qanûn zarokan hedef digire' 2026-07-18 09:02:43   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Altin Guneş derbarê "Qanûna zarokan" de axivî û got: “Qanûnê li dijî zarokan şer daye destpêkirin. Em bi têkoşînê dikarin pêşî li vî şerê topyekun yê li hember zarokan hatiye destpêkirin bigirin.”   Desthilatdariya ku zarokên ji dibistanê tên dûrxistin, zarokên bi xizanî û tuniyê re tên rû hev naparêze, li şûna ku şert û mercên jiyana zarokan baş bike, ji bo zarokên tevli pêvajoyên edlî bûne, pêşnûme qanûna nû ya ku cezayên li zarokan giran dike, pêşkêşî meclîsê kir. Di pêşnûmeyê de tê pêşniyarkirin ku ji bo zarokên navbrea 15-18’an de ku daxistina ceza bê rakirin, pêşiya cezayê muebeta giran bê vekirin û ji bo zarokên navbera 12-15’an de jî kêmtir ceza bê daxistin, temenê pêkanîna hukmên tekerurê ji 18’an dakeve15’an pêşniyar dike. Ev pêşniyara ku dawî li pêkanîna înfazkirina cezayên zarokan tîne, pêşniyar dike ku înfaz li girtîgeha girtî dest pê bike û derbasbûna mala perwerdehiyê ya zarok jî bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandinê pêk bê.   Pêşnûme qanûn   Pêşnûme qanûn di Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ya derbarê Zarokên Berbi Sûc ve Tên Birin de tevî daneyên saziyên cemawerî û pisporan hatiye amadekirin. Derûnînasên di bin bana Wezareta Dadê de bi 617 zarokî re lêkolîn kir û ji sedî 51’ê vê dest ji dibistanê gerdane ji sedî 87.1 berê hatine xebitandin. Di lêkolînên hatine kirin de tê diyar kirin ku divê zarok wek mezinan neyên cezakirin. Her wiha gotin ku berbi sûc ve çûyîn divê bi pêknehatina mekanîzmayên piştgiriya civakî bê destgirtin. Tevî vê ev pêşnûme li şûna mekanîzmayên ku zarokan biparêze, şertên giran yên hepskirinê derxist pêş.   Hevberdevka Komîsyona Mafê Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş, der barê qanûnê de axivî û got: “Dewlet li şûna ku bi mekanîzmayên parastinê zarokan biparêze, temenê zarokan dadixîne û dişîne girtîgehan. Rapora Komîsyona Lêkolîna Der barê Zarokên Tevli Sûc Tên kirin, berfirehî cih dide ji bo tiştên di pêvajoya edlî de bên kirin, lê cih nade mekanîzmayên piştgiriya civakî.   Divê çareserî çi be?   Berîtan Guneş Altin wiha got: “Dewlet dibêje qey wê bi tunekirina her pirsgirêkê, bi înkarê, polîtîkayên şerê taybet, cezarkirinan, serê pirsgirêkan bigire. Lê em îro dibînin ku tu pirsgirêk bi înkar û veşartinê çareser nabe. Ji ber vê em dibêjin ku bi girtina zarokan mixabin pêşî li tu tiştekî nayê girtin. Cîhan vê diceribîne. Li cîhanê der barê de xebat hene.”   Daxwaza edaletê   Berîtan Guneş Altin daxuyakirin ku di hemû peymanên navneteweyî de hukmên ku zarokan diparêzin û pêş dixînin, cih digirin û got: “Hepskirina zarokan, çareya dawî ya pêşîgirtina sûc e. Em dibêjin ku ev pêşnûme hukmên parastina zarok binpê dike. li Cîhanê mînakên başkirinê, mekenîzmayên piştgiriya psîkolojîk hene. Divê mekanîzmayên edaletê ya baş dike hebin.”   ‘Zarokan hedef digire’   Berîtan Guneş Altin ev tişt vegot: “Ev binpêkirina keda zarok, xizanî û îstîsmarkirinê vediguhere pergalekê. Ev pêşnûmeqanûn  van pirsgirêkan çareser nake. Li şûna ku dihat payîn ji komîsyonê pêşnûme qanûneke ku van çareser dike baş dike derkeve, berovajî vê ya ku zarokan hedef nîşan dide hatiye derxistin. Ev pêşnûme qanûn mafê zarokan bi awayekî sîstematîk hedef digire. Qanûnê li dijî zarokan şer daye destpêkirin. Em bi têkoşînê dikarin pêşî li vî şerê topyekun yê li hember zarokan hatiye destpêkirin bigirin. Divê ferasta ku zarokan heps dike bê deşîfrekirin.”