Di doza jina ku hatibû qetlkirin de daxwaza cezayê muebetê 2026-07-21 17:33:20   ANTALYA -  Di doza ku gumanbar Mehmet Erkan Usluca ku Elena Beyder Usluca ya ku pê re zewicandibû qetil kir de, der barê gumanbar de daxwaza cezayê muebetê hat kirin.   Di Mijdara 2018’an de li Antalyayê gumanbar Mehmet Erkan Usluca, Elena Beyder Usluca ya pê re zewicandibû qetil kir. Duyemîn runiştina dozê li 4’emîn dadgeha Ceza Giran a Antalyayê hat dîtin. Gumanbar di runiştinê de îtîraf kir ku Elena Beyder Usluca qetil kiriye.   Dozger mutala aşkera kir û der barê gumanber de cezayê muebetê xwest. Heyeta dadgehê biryar berdewamkirina girtina gumanbar da û runiştin taloqê dîrokek din kir.