Elanur Kina ya ku wesayîta zirxî lê dabû wê amelyet bibe 2026-07-25 18:02:00   COLEMÊRG –  Li Geverê wesayîta zirxî li Elanur Kina ket û birîndar bû. Elanur Kina wê amelyat bibe. Li navçeya Gever a Colemêrgê duh wesayîta zirxî li Elanur Kina ket û birîndar bû. Dermankirina Elanur Kina didome. Elanur Kina ya li nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê dermanikrina wê didome, ji ber şikestinên di çîma wê de wê sibê amelyat bibe.