Ji TJA’yê banga têkoşînê ya li dijî tiryakê 2026-07-26 19:56:31   AMED - TJA’yê di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de ku li dijî tiryak, hişbir, fihûş û qûmarê hate destpêkirin, li Parka Korhat a Rezanê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir ên li herêmê ne wekî pirsgirêkeke asayîşê ya ji rêzê ye wekî encama polîtîkayên taybet in.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de ku li dijî tiryak, hişbir, fihûş û qûmarê hate destpêkirin, li Parka Korhat a li navçeya Rezanê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên TJA’yê, endam û nûnerên partiyên siyasi, endamên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em jin dengê xwe bilind dikin” dinvîsî hat vekirin. Metna daxuyaniyê bi Kurmancî endama TJA’yê Arzu Karaman û bi Tirkî jî Tûlîn Aydas xwend.   ‘Rewşa pevçûnî buye sedema koçberî, xerabûn û wêranbûnê’   Arzu Karaman diyar kir ku hişmendiya serdest zêdetirî sedsalekê ye ku di nêzîkatiya beramberî pirsgirêka Kurd de hişmendiya asîmîlasyonkar, ewlekarîparêz û siyaseta înkarê kiriye bingeh û wiha got: “Bi van polîtîkayên ku mebesta wan piştguhkirina pirsgirêkê ye û ev helwesta xwe domandiye. Rewşa pevçûnî ya ku bi dehan sal in li Kurdistanê berdewam dike, koçberiyên mecbûrî û pêkanînên ewlekariyê bûn sedema xerabûn û wêranbûnên kûr ên civakî. Ji bo şikandina ziman, çand û îradeya gelê Kurd a ji bo jiyana azad a li ser axa xwe ji bo paşvexistina têkoşîna çareseriyê ya bi biryar û bi îsrar, rêbazên cihêreng hatine sepandin.”   ‘Tiryak ji bo jinan dibe sedema tabloyeke pir giran’   Arzu Karaman anî ziman ku desthilatdariyên ku di dîroka komarê de peywir ji hev wergirtine, van polîtîkayan bi amûrên cihêreng domandine û wiha pê de çû: “Valakirina gundan, mirov neçarî koçberiya bo metropolên ku ziman û çanda wan nizanin kiriye, ev rewş tevî krîzên kûr ên civakîbûnê, ew ji mafê perwerdehiyê bêpar hiştine. Rastiya ku ev stratejiyên bi salan rasterast sivîlan û avaniya civakî armanc digirin, di encama polîtîkayên “şerê taybet” de hatine pêşxistin, îro di hişmendiya giştî ya civakê de bî zelalî hatiye fêmkirin. Di çarçoveya van polîtîkayan de nemaze madeyên hişbir, ji bo jinan dibe sedema çêbûna tabloyeke pir girantir û biêştir. Tundûtûjî û destdirêjiyên zayendî bûne sîstematîk, dibin sedema marjînalîzekirin, dûrxistina jinan ji jiyana civakî û zêdebûna bûyerên xwekujiya jinan.”   ‘Temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye asteke krîtîk’   Arzu Karaman da zanîn kû li herêma ku krîzên ewlekariyê yên demdirêj tê de çêdibin, xirabûna civakî û kûrbûna hesta bêdahatûyê di nav nifşê ciwan de bûye diyardeyeke berbelav û ev tişt gotin: “Di heyama dawî de nemaze li bajêrên wekî Amed, Êlih, Wan û Şirnexê temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye asteke krîtîk û berbelavbûna vê diyardeyê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Bikaranîna madeyên hişbir ku di nav ciwanan de bi giştî belav dibe, li ser jinên ciwan encamên cihêreng û wêranker çêdike. Em, zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir ên li herêmê ne wekî pirsgirêkeke asayîşê ya ji rêzê, wekî encama polîtîkayên taybet ên ku depasîfkirina hişmendiya polîtîk û civakî ya ciwanan, û feqîrkirin û belavkirina avaniya civakê ya rêxistinkirî armanc dikin dinirxînin.”   ‘Divê bi hemû beşên civakê re têkilî bê pêşxistin’   Arzu Karaman herî dawî dest nîşan kir ku parastin û dûrxistina jinên Kurd ji van polîtîkayên qirêj û şerê taybet xwedî girîngiyeke jiyanî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Astengkirina bandorbûna zêdetir a civakê ji van polîtîkayan divê wekî erkeke lezgîn bê destgirtin, ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê divê bi hemû beşên civakê re têkilî bê pêşxistin. Pêkanîna diyalogên rasterast bi jinan re û meşandina vê pêvajoyê di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad de, dê rastiya ku hêza herî têkneçûyî hêza rêxistinkirî ye careke din diyar bike”   Piştî daxuyaniyê 30 deqîqe dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dûre daxuyanî bi dawî bû.