ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-30 09:00:00     *Pênc sal di ser komkujiya li hemberî malbata Dedeogulari re derbas bûn ku heft kesên di  nav wan da 4 jin hebün hatin qetilkirin.  Digel ku nebûna tedbîrên parastinê yên pêwîst piştî êrîşeke nijadperest a destpêkê rê li ber komkujiyê vekiribû, kesên ku bûn sedema wê tundiyê di dozê de beraet kirin. Malbat, piştî ku rêyên yasayî yên navxweyî bi dawî anîn, niha amadekariyan dike ku doza xwe ya lêgerîna edaletê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).   * Aktîvîsta TJA’yê Çimen Fidan, derbarê pêvajoyê de axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku divê "qanüna bingehîn" a ku tê payîn, berfireh û hemû aliyan li ber çavan bigire li gorî vê yekê bên amadekirin. Divê statuya yasayî ya Rêberê Gelê Kurd were naskirin û divê ew bikaribe pêvajoyê bi hevkariya rojnamevan, ciwan, jin, rewşenbîr û raya giştî re bimeşîne. Her wiha, divê ev qanûn xalên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd jî di nav xwe de bihewîne." DÎMEN HEYE