TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û nadin jîbîrkirin! 2026-07-31 14:37:01     NAVENDA NÛÇEYAN -TJK-E'yê bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyek da û got, “Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin. Têkoşîna me ya edalet, rastî û azadiyê wê berdewam bike.”   Di daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê  (TJKE) de ku ji bo salvegera Komkujiya Şengalê hat dayîn de,hate destnîşankirin ku tevî 12 sal li ser fermanê re derbas bûne jî, êşa qirkirina gel û jinên Êzidî ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû kirin hîn jî nû ye. TJK-E’yê, ev tawana ku di dîrokê de wekî "Fermana 74’an" hat tomarkirin, ne tenê li dijî gelê Êzidî, wekî tawaneke li dijî wijdana hevpar a hemû mirovahiyê pênase kir.   ‘Jiyana pir reng hedef girtin'   TJK-E’yê, bal kişand ku êrîşên li ser Şengalê tenê ji bo dagirkirina xakê nebûn; armanc ew bû ku çand, bawerî û nasnameyên cuda yên Rojhilata Navîn tune bikin. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku bedela herî giran jinan da û ev tişt hat gotin, “Bi hezaran jin hatin kuştin, êşkencekirin, hatin kolekirin û rastî tundiya zayendî hatin. Di sedsala 21’an de beden û wijdana mirovahiyê li sûkên koleyan hate firotin. Zihniyeta îslama siyasî û dijberê jinê, tundiya zayendî wekî çekeke şer bi kar anî."   Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku li dijî vê komkujiyê, ji bilî berxwedana hêzên azadiya Kurd, ne rêveberiyên herêmî û ne jî hêzên navneteweyî di dema xwe de gavên bi bandor neavêtin. TJK-E’yê, destnîşan kir ku civaka Êzidî ji ber berjewendiyên siyasî bi tenê hate hiştin û ev bêdengî ketiye rûpelên şermê yên dîrokê.   ‘Hîn jî çarenûsa 2 hezar û 700 Jinan û zarokan nayê zanîn’   TJK-E’yê got, “Hîn jî çarenûsa nêzî 2 hezar 700 jin û zarokên Êzidî nayê zanîn. Tevî ku bi salan li ser re derbas bûn jî edalet pêk nehat û sûcdaran hemûyan hesap nedan. Hewldana bi nasnameya siyasî rewakirina kesên ku li dijî mirovahiyê tawan kirine ticarî nayê qebûlkirin. Cil û bergên fermî nikarin tawanên hatine kirin veşêrin.   ‘Çareserî jiyana ekolojîk û azad e’   Li dijî van hemû êrîşan, kesên ku berxwedan meşandin di serî de jinên Êzidî, gel û têkoşîna azadiya jinê bûn. Xwerêxistinkirin, xweparastin û îradeya azad a jinan bû bersiva herî bi hêz a li dijî vê tarîtiyê. Zihniyeta qirkirinê û dijberê jinê, ne li Şengalê û ne jî li tu cîhekî cîhanê nikare têkoşîna azadiya jinan teslîm bigire.   Pêkhatina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk li ser bingeha hebûna gel, bawerî û çandên cuda, tenê bi aştiyeke mayînde misoger dibe.   Di salvegera 12’emîn a Fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê de em kesên jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bi bîr tînin; em careke din daxwaz dikin ku çarenûsa jin û zarokên winda zelal bibin, sûcdar li ber hiqûqa navneteweyî bên darizandin û edalet bi cih bê. Heta ku edalet neyê cih, çarenûsa windahiyan dernekeve holê û kesên li dijî mirovahiyê suç kirine hesap nedin, birîna Şengalê dê neyê kewandin.   Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin. Têkoşîna me ya edalet, rastî û azadiyê dê berdewam bike.”   Bajarên dê çalakî li wan werin lidarxistin   Dem û cihên çalakiyan ên ku dê bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê bên lidarxistin ev in:   Viyana   Bîranîn û nîşandana fîlm Dem: 1'ê Tebaxa 2026 Saet: 18:00 Cih: Mala Zerim, Goldschlagstr. 99   Chur   Nîşandana Sînevîzyonê Dem: 2'ê Tebaxa 2026 Saet: 14:00 Cih: Kulturpark, Planaterasse. 11   Zurcih   Nîşandana fîlm Dem: 2'ê Tebaxa 2026 Saet: 15:00 Cihe: Komel, Steinwiesenstr. 1   Hamburg   Bîranîn Dem: 2'ê Tebaxa 2026 Cih: ST. Pauli Stadium, Budapesterstr.   Luzern   Bîranîn Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 14:00 Cih: Pauluskirche, Moosmattstr.2   Bern   Bîranîn Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 15:00 Cih: Komel   Parîs   Daxuyaniya çapemeniyê Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 19:00 Cih: Gare Villiers Ke Bele   Drancy   Bîranîn Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 17:00 Cih: Komel   Marsîlya   Bîranîn Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 10:30 Cih: Viex-Port   Wesel   Bîranîn Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 11:00 Cih: Ackerstr.242   Stuttgard   Bîranîn Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 17:30 Cih: Schlossplatz   Liege   Bîranîn/Mîtîng Dem: 3'ê Tebaxa 2026 Saet: 17:00 Cih: Gare  Guillemins