MKG: 5 rojnamevan hatin girtin, 11 hatin berdan 2026-08-04 13:02:38   NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê ragihand ku di meha Tîrmehê de 5 rojnamevan hatine binçavkirin,11 rojnamevanan hatine darizandin û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatine girtin.   Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) derbarê rewşa rojnamevanên jin a meha Tîrmehê de rapora xwe eşkere kir.   Rapora MKG'ê wiha ye:   "Tîrmeh mehek bû ku bi zextên dijwar ên li ser rojnamevanan, binpêkirinên mafên mirovan, tacîza dadwerî û polîsan û sansura dîjîtal ve hate nîşankirin. Destwerdan û hewldanên astengkirina rojnamevanan jî binpêkirina mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê ne. Her êrîşek li ser rojnamevanan, ku ne bûyerek tenê ye, lê belê ji bo veşartina bûyerên civakî, sûc, gendelî, neheqî û neqanûnî, wêrankirina jîngehê û binpêkirinên cûrbecûr ên mafên mirovan xizmet dike, astengiya herî mezin e li pêşiya eşkerekirina rastiyê.   Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2026’an ku ji hêla Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ve hatiye weşandin, di meha Tîrmehê de li Tirkiyeyê, ku di nav 180 welatan de di rêza 163’emîn de ye, bi ser du malên rojnamevanan de hatiye girtin, pênc rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin, rojnamevanek ji bo lêpirsînê hatiye gazîkirin, du rojnamevan hatine lêpirsînkirin û rojnamevanek jî bi gef û hedefgirtinê rû bi rû mane. Her wiha, 11 rojnamevan ji ber nûçe û çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê niha di bin darizandinê de ne, di heman demê de 8 rojnamevan di girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê de girtî ne. Di demekê de ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên astengkirin û tepeserkirinê li dijî mafê raya giştî yê agahdarkirinê û azadiya çapemeniyê didomîne, sansura dîjîtal jî digihîje astên metirsîdar. Li gorî vê, di meha Tîrmehê de 17 hesabên medyaya dîjîtal hatine girtin û 11 platformên medyaya dîjîtal jî hatine astengkirin.   Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em bang li Tirkiyeyê dikin, ku di endeksa azadiya çapemeniyê de her ku diçe paşve diçe û ji bo rojnageran di nav welatên "xeternak" de ye, ku ji bo xizmetkirina avakirina çapemeniyek azad û civakek demokratîk hemû zextên li ser rojnamevanan bi dawî bike. Em tekez dikin ku divê rojnamegerên girtî di zûtirîn demê de werin berdan û em diyar dikin ku em ê parastina azadiya çapemeniyê bidomînin.   Daneyên Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a Meha Trmeha 2026’an   1) Binpêkirina mafê jiyanê û ewlehiya rojnameger   * Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin: 2 * Rojnamegerên hatine binçavkirin: 5 * Rojnamegerên hatine girtin: 1 * Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin: 1 *Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin û bûne hedef: 1   2) Binpêkirina maên jinên rojnameger a raman û îfadeyê   *Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 2 * Hejmara dosyayan: 8 * Hejmara kesan: 11 *Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 1’ê Tîrmeha 2026’an heta niha): 8   3) Binpêkirina mafên rojnamegeran ên aborî û civakî   *Rojnamegerên kare wan hatine bidawîkirin: - *Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatine betalkirin: -   4) Astengkirina hesabên dijîtal ên ajans û rojnameyan   *Sîteyên hatine girtin: - * Hesabên dîjîtal ên medyayê ên hatine girtin: 17 *Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin: 11   Lîsteya rojnamegerên girtî   - Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) - Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê - Nadiye Gurbuz – Editora ETHA’yê - Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê - Pinar Gayip – Editora ETHA’yê - Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê - Songul Yucel – Derhênera Giştî ya Kovara Onsozê - Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger."