Xanê Karasû hat definkirin 2026-08-04 13:47:27   SÊWAS - Cenazeyê Xanê Karasû,  li ser milên jinan, li gundê wê Karapinarê yê bi ser navçeya Gurun a Sêwasê hat definkirin.   Dayika - endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû Xanê Karasû ya  di 31'ê Tîrmehê de ji ber nexweşiyê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Çanakkale, li heman nexweşxaneyê ji ber têkçûna fonksiyonên gelek organan jiyana xwe ji dest da.   Piştî karûbarên nexweşxaneyê û merasîmeke ku li Cemxaneya taxa Esenler a Çanakkaleyê hat lidarxistin, cenazeyê Xanê Karasû ji bo gundê wê yê li Sivasê hat veguhestin.   Hejmareke zêde ya mirovan beşdarî merasîma cenazeyê ya li gundê Karapinarê yê navçeya Gurunê bûn. Piştî dua û merasîmê, Xanê Karasû li goristana gund, li kêleka hevjînê xwe Hıdır Karasû hat definkirin.   Sersaxî dê sê rojan werin qebûlkirin   Hat ragihandin ku malbata Xanê Karasû dê sê rojan li Cemxaneya Gundê Karapinarê sersaxiyê qebûl bike.