Li emniyetê destdirêjî li zarokekê hat kirin 2026-08-05 17:59:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Necefê zaroka ku ji malbata xwe reviya û çû emniyetê, li wir destdirêjî lê hat kirin.   Li Necef a Iraqê li qerekola polîsan destdirêjî li zarokekê hat kirin. Li gorî agahiyên hatine girtin zaroka ji malbata xwe reviyaye û çûye qerekolê, ji aliyê çar polîsan ve rastî destdirêjiyê hatiye. Hat hînbûn ku di lêpirsîna hat kirin de polîsekî sûcê xwe îtîraf kir.   Hat hînbûn polîsekî Midûriyeta Trafîka Necefê ji sûcdariya êrîşa zayendî hat girtiye girtin.