'Divê astengiyên li pêşiya darizandina kiryaran werin rakirin' 2026-08-08 13:17:54   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1115'emîn de li aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn û wiha gotin: “Çîroka Suleyman mekanîzmaya bêcezahiştinê nîşan dide. Bêyî heqîqetê aştiya mayinde pêk nayê.”   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1115'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Suleyman Cîhan ê ku beriya 45 salan di 29'ê Tîrmeha 1981'an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû kuştin, hate pirsîn.   Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.   Sebla Arcan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyî ku 5'ê Tebaxê pêşkêşî meclisê hatibû kirin û wiha got: “Em hêvî dikin ev qanûn her çiqas kêmasiyên wê jî hebe bila gavê yekemîn a normalbûyîna Tirkiyeyê bibe. Lê em dîsa tînin ziman ku pêvajoya demokratîkbûyînê ne tenê bi kesên çekberdan re sînordar nemîne. Tevahî mînakên cîhanê jî nîşan dide ku rû bi rû mayina paşêrojê pêk neyê aştiya mayinde jî pêk nayê. Wekî xizmên windayan daxwazên me ew in; bila komîsyona heqîqetê were avakirin. Zanîna heqîqetê di bin qanûnê de were parastin. Divê dawiya bêcezahiştinê were. Arşîvên dewletê werin vekirin. Astengiyên li pêşiya darizandina berpirsiyaran werin rakirin.”   Sebla Arcan anî ziman ku di hefteya 1115'emîn de ji bo Suleyman Cîhan ê ku beriya 45 salan hatiye windakirin hatin gel hev û wiha got: “Suleyman Cîhan bavê du zarokan bû. Hem mamostetî dikir hem jî xwendekar bû. Piştî derbeya 12yê Îlonê derbarê wî de biryara lêgerîna hatibû destpêkirin. Di 29'ê Tîrmeha 1981'an de dema ku diçû Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin. Lê polîsan ji malbatê re got Suleyman nehatiye binçavkirin, kesên ku di binçav de Suleyman dîtine bi malbatê re serlêdan kirin. Piştî zextên malbatê Emniyeta polîsan daxuyanî da û diyar kir ku Suleyman di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest daye, lê ev nehat tespîtkirin paşê jî çîrokek din hate parvekirin û hat gotin Suleyman xwe avahiyê avêtiye. Lê di otopsiyê de derket ku Suleyman Cîhan beriya ku avahiyê hatiye avêtin jiyana xwe ji dest daye. Rastî piştî 85 rojan derket holê. Piştî Suleyman Cîhan hatiye binçavkirin îşkence lê hatiye kirin û paşê hatiye kuştin. Piştî Suleyman Cîhan hatiye kuştin bedena wî di gorê bêkesan de hatiye veşartin. Malbata Suleyman Cîhan bi salan têkoşiya û derxist holê ku Suleyman Cîhan hatiye kuştin lê tevahî van jî dosta hate girtin. Çîroka Suleyman mekanîzmaya bêcezahiştinê nîşan dide. Ji bo wê em dixwazin pêvajoya çareserî û demokratîkbûyîn rû bi rû mayina paşêrojê, derxistina heqîqetê û pêkanîna edaletê pêk were, ji ber ku bêyî heqîqetê edalet, bêyî heqîqetê jî aştiya mayinde nabe.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.