Di doza Rojîn Kabaîş de geşedaneke nû: DNA'ya rektor hat girtin 2026-08-11 13:00:25   WAN - Di çarçoveya doza Rojîn Kabaîş de ji Rektorê Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil Hamdullah Şevlî û biraziyê wî Enes Şevlî nimûneyên DNA hatin girtin.   Di doza Rojîn Kabaîş, xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) de, ku di 27'ê Îlona 2024'an de li Wanê winda bû û di 15'ê Cotmehê de cenazeyê wê li peravên Gola Wanê hat dîtin, geşedanek nû derket holê.   Dozgeriya Komarê ya Wanê, ku lêpirsînê dimeşîne, biryar da ku ji Rektorê YYU Hamdullah Şevlî û biraziyê wî Enes Şevlî nimûneyên DNA'yê bigire.   Li gorî vê yekê, li gorî biryara dozger, ji Hamdullah Şevlî û Enes Şevlî nimûneyên DNA'yê hatin girtin û li dosyayê hatin zêdekirin.