ÎSÎG: Di Tîrmehê de 214 karker jiyana xwe ji dest dane 2026-08-14 12:51:41   STENBOL - ÎSÎG'ê “Rapora Cinayetên Kar” ya meha Tirmehê eşkere kir û da zanîn ku 214 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.   Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), “Rapora Cinayetên Kar” ya Tirmeha 2026an eşkere kir. Li gor raporê, di cinayetên kar de herî kêm 214 karker jiyana xwe ji dest dane. Di 7 mehên sala 2026an de, herî kêm 1279 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji 214 karkeran 11 jê jin, 203 jê jî mêr in. Her wiha li gor raporê, 12 karkerên zarok, 14 koçber jî di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku 73 karker di qada pîşesaziyê de, 60 karker di înşaetê de, 45 karker dema cotkariyê de û 36 karker jî di sektora xizmetê de jiyana xwe ji dest dane.   Di qezayên trafîkê de 40 karker, 38 karkar bi eciqînê, 31 karker ji sedema ketina ji bilindahiyê, 25 karker bi sedema qrîza dil, 15 karker bi sedema ketina ceyranê, 15 karker bi sedema tundiyê, 11 karker bi sedema şewat û teqînê, 11 karker bi jehrîbûnê, 6 karker bi sedema amûr ketine li ser wan, 3 karker ji ber xwekuştinê, karkerek bi sedema birîn û jêbûna laş û 18 karker jî ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dan.