Du zarokên xwe di şer de winda kirin: Em dest ji têkoşînê bernadin 2026-08-18 09:05:01   Neslîhan Kardaş   ŞİRNEX - Dayika Aştiyê Behiye Ozkul a ku di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, got: "Em êdî şer naxwazin. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Dê têkoşîna me bidome"   Di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di dema van qedexeyan de ku heta 2'yê Adara 2016'an berdewam kirin, bi giştî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji van 288 kesan, 177 kes di jêrzemînan de hatin kuştin.   Behiye Ozkul ya ku di dema qedexeyan de yek ji du kurên xwe di jêrzemînan de û yê din jî li cihekî din winda kiribû, behsa zehmetiyên wê demê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam kir.   Du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan   Behiye Ozkul bi bîr xist ku di ser ragihandina qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê re 11 sal derbas bûne û got: "Yek ji kurên min di jêrzemînekê de şewitî û bû xwelî; bermayiyên wî xistin torbeyekî. Kurê min ê din jî di dema qedexeyan de bi guleyan hat kuştin. Me cenazeyê kurê xwe yê ku bi guleyan hatibû kuştin dît; cenazeyê wî biribûn Rihayê. Betanî lê pêçabûn û xistibûn tabûtekê. Ew li Rihayê veşartibûn. Gava em pê hesiyan, em çûn û me cenazeyê wî anî. Kurê min ê ku di jêrzemînê de bû, me qet cenazeyê wî nedît ji ber ku li wir şewitîbû û bûbû xwelî. Dema me pirsî, wan ji me re got ku wan xweliya wî kom kiriye nav torbeyekî û veşartiye. Kurekî min 18 salî bû û yê din jî di bîst saliya xwe de bû."   Qedexeyên derketina derve   Behiye Ozkul, bi gotina ku wan di dema qedexeyên derketina derve de zehmetiyên mezin kişandine axaftina xwe dewam kir û  got: "Me ji bilî êş, rondik û kovanan tiştekî din nejiya. Ji ber zarokên ku di dema qedexeyên li vir hatibûn ragihandin de hatibûn kuştin, me her tim êş dikişand. Me kêliyek jî aramî nedît. Me nikaribû zarokên xwe bibînin. Kurê min dema hîn di jêrzemînê de bû telefon kir; wê demê ew sax bûn. Paşê careke din telefon kir û got: 'Bêhna me diçike; gelo hûn nikarin werin vir?' Destûr nedan em derbas bibin; mala me bi temamî hatibû dorpêçkirin. Rojekê, êdî sebra min nema û ez derketim derve. Dema em gihîştin pira, leşkeran em dorpêç kirin. Çekên xwe ber bi me ve girtin û gefa kuştinê li me xwarin. Ew mirovên bi por û rihên dirêj bûn. Dema pirsîn ka çima em li wir in, me got ku em ji bo kirîna pêdiviyan çûbûn. Em ketin marketekê û me hinek tişt kirîn, lê ji ber ku bawerî bi me neanîn, du kes li ber derî li benda me man. Tam dema ku me dixwest derkevin, nehîştin em ji marketê derkevin. Wan heta roja din em li wir ragirtin. Em bi zehmetiyeke mezin vegeriyan malê."   ‘Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’   Behiye Ozkul, derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û got: “Em aştiyê dixwazin. Êdî em komkujiyan naxwazin. Ji bilî aştiyê tu daxwazeke me ya din nîne. Kesên bêguneh hîn jî di girtîgehan de ne; hêj nehatine berdan. Gelek girtiyên nexweş li hundir hene. Divê hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de bên berdan. Em şer naxwazin. Her wiha em dixwazin Abdullah Öcalan jî azad bibe. Ew bi salan e di girtîgehê de ye û her gava em banga aştiyê dikin, dewlet xwe paşve dikişîne. Çi dibe bila bibe, em ê dest ji doza xwe û têkoşîna xwe bernedin. Çawa ku zarokên me li vir canê xwe dan, em ê jî canê xwe bidin, lê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bila êdî wan bi hezaran girtiyên ku di girtîgehan de ne, berdin.”