Zanîngehên Îranê: Rejîm bi darvekirinan dixwaze civakê bêdeng bike 2026-08-19 15:12:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Heft zanîngehên li Îranê bi daxuyaniyek hevbeş li dijî dayîna cezayên darvekirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn nîşandan û gotin: “Pêwîste tu kes li beramberî zilmê bêdeng nemînin û parastinê li mafên jiyan û azadiyê bikin.”   Heft zanîngehên li Îranê li dijî derxistin û bicihanîna cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, daxuyaniyek hevbeş dan.   Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku cezayê darvekirinê ne îdareyeke dadperweraneye û wiha tê gotin: “Darvekirin kuştinek bi zanebûn a mirovekî ye ku hikûmet bi yasayan rewatiyê pê dide. Ji bona wê derketina li dijî darvekirinan ne tenê derketina li dijî cezayeke, di heman demê de ev darvekirina tolhildana hovîtiya rejîmê ya ji civaka gelên Îranê ye. Her darvekirinek siyasî tolhilanîna ji dîroka şoreşên civakî û dijderketina desthilatxwazane.”   Di dewama daxuyaniyê de hat gotin; “Ev darvekirinên ku îro tên kirin, berdewamiya çewisandina xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê ne, tu qutbûn di navbera çewisandina li kolan, girtîgeh û daristanan de nîne. Armanca van darvekirinan şikandina civakekê ye ku azadî, dadwerî û rûmeta mirovan dixwaze.”   Di beşek din a daxuyaniyê de ev tişt tê gotin “Hikûmeteke ku şiyana wê ya temsîlkirina civakê nîne, ji bo ku bikaribe bijî serî li ‘siyaseta mirinê” dide. Darvekirinên li Îranê beşeke ji mekanîzmayeke herdemî ya hikûmraniyê ji bo tirsandina bi milyonan kesan, lê belê vê siyaseta mirinê nekariye dengê civakê bêdeng bike û îro jî dengê bilind ê vê berxwedanê ji her demê zêdetir tê bihîstin.”   Di daxuyaniya heft zanîngehên Îranê de tê gotin ku ew parastina mafê jiyanê wekî parçeyekî qutnebûyî ji tekoşîna ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê dibînin. Her wiha daxwazê ji hemû xwendekar, akademisyen, sendîka, rêxistinên civaka sivîl, mamoste, karker, teqawîtbûyî, nivîskar, hunermend û hemû kesên ku baweriya wan bi azadî û rûmeta mirovan heye dikin ku li hemberî vê siyaseta mirinê bêdeng nemînin. Her biryarekî îdamê ku bê bersiv bimîne, rê li ber îdamên din vedike û her dengekî ku li dijî wê bilind bibe, gaveke ber bi şikandina hişmendiya mirinê û parastina jiyanê.”   Zanîngehên ku xwendevanên wan îmzeya xwe avêtine binê vê daxuyaniyê evin; Zanîngeha Zehra, Zanîngeha Beheştî, Zanîngeha Tehranê, Zanîngeha Xace Nasir, Zanîngeha Şîraz, Zanîngeha Elame Tebatbayî, Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê.