Qentereya Cizîrê ya dawî li dijî demê li ber xwe dide 2026-08-20 09:04:41   Neslîhan Kaardaş   ŞIRNEX - Qentereya dîrokî ku bi sedan salan şahidiya kolanên kevirî yên li nava Sûrên Cizîrê kiriye, yek ji wan avahiyên ku bîra çandî ya bajêr digihîne roja me ya îro. Ev avahiya dîrokî ku dîroka wê vedigere dusedsal zêdetir, ji ber bêxwedîbûn û sersariye hatiye ber hilweşînê.   Qentereya Cîzîrê (Derbasgeha kemerî) ya dîrokî ku li Taxa Dağkapiyê ya li nava Sûrên Cizîrê cih digire, di nav berhemên dawî yên  mîmariya dîrokî ya kevirî ya navçeyê de cih digire. Ew xaniyên li her du aliyên kolanê bi hev ve girê dide û wekî berhemeke bêhempa û mayînde ya mîmariya dîrokî ya kevirî ya  Cizîrê li pêşberî me ye.   Îro tenê yek jê maye   Ev avahiya kemerî ku nêzîkî 200 sal berê bi kevirên şehkirî hatiye çêkirin, demekê hem beşeke girîng a tevna taxê û hem jî hêmaneke mîmarî ya taybet a xaniyên Cizîrê bû. Herçend berê qentereyên  bi vî rengî li seranserê navçeyê zêdebin jî îro tenê yek jê li ser piyan maye.   Bi hilweşînê re rûbirû ye   Ev avahiya ku bi karên xwe yên taybet û mîmariya xwe ya kemerî tê naskirin, wekî parçeyekî girîng ê mîrateya çandî tê dîtin.  Herwiha ev berhema dîroka piralî, jiyana rojane û çanda bajarvaniyê ya dîrokî ya Cizîrê jî bi roja îro re tîne gel hev û nîşanî me dide. Lêbelê sersariya rayedaran û nebûna parastinê di nava salan de, bûye sedema şikestinên kûr di avahiyê de û hilweşîna kevirên wê yên dîrokî.   Di xetereya windabûnê de   Qentereya Cizîrê, tenê ne avahiyeke dîrokî ye; ew berhemeke çandî ye ku bîra bajêr di nav xwe de dihewîne ye. Restorasyona avahiyê bi rêbazên guncav, ji bo veguhastina wê ya li nifşên pêşerojê pir girîng e. Bêyî parastina bi rêya restorasyoneke rast, ev qentereya ku şahidê dawî yê mîrateyeke mîmarî ya bi sedsalan e dê di nava rûpelên dîrokê de bimîne û winda bibe.