Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet hat taloqkirin 2026-08-21 15:22:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdana Nûriye Adet a 32 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, cara 6'an hat taloqkirin.   Nûriye Adet a 32 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, cara 6'an ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hat taloqkirin. Nûriye Adet a ku ji sala 2024'an ve berdana wê tim tê taloqkirin, vê carê salekê hat taloqkirin.   Dema civîna Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya ji bo berdana Nûriye Adet 19'ê Tebaxa 2027'an e.