Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin bibîranîn 2026-08-23 15:23:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) û Jin Produksiyonê, şehîd Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Necmedîn Sînan bi bîr anîn û teqez kirin ku ew ê ragihandina dengê rastiyê ji civakê re bidomînin.   Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Jin Produksiyon li bajarê Amûdê şehîd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ku di 23`yê Tebaxa 2024`an de li navçeya Seyîd Sadiq a parêzgeha Silêmaniyê başûrê Kurdistanê di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, bibîr anîn. Di heman daxuyaniyê de şehîd Necmedîn Sînan jî ku ajokerê kanala Jin TV`yê bû û li ser rêya Qamişlo û Amûdê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bibû hat bibîranîn. Di heman êrîşê de rojnamevan Delîla Egîd bi giranî birîndar bibû.   Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir, piştre endama Jin Produkisyon Loristan Derwîş axivî û got: "Şehîd Necmedîn Sînan 23`yê Tebaxê 2023`yan şehîd bû, heval Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di heman rojê sala 2014`an şehîd bûn. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin û têkoşîna wan a ji bo heqîqetê bidomînin."   Bavê şehîd Necmedîn Sînan Feysel Hecî Sînan jî axivî û got: "Bîranîna şehîd Necmedîn, Gulîstan û Hîro bîranîna hemû şehîdan e. Raghandina jin ji bo heqîqetê û guhertina zîhniyeta civakê têdikoşe, ji ber vê yekê dewleta Tirk ew hedef girtin. Şehîd Necmedîn berxwedêr bû, tev li şoreşê bû û berpirsyar nêz dibû. Dema ku dewleta Tirk êrîşî bajarê Serêkaniyê kir ew tev li berxwedanê bû û berê xwe da Serêkaniyê, tirsê nikarîbû wî û ew xwe nedida paş. Dewleta Tirk rêz nade qanûn, çapemenî û mirovahiyê, ji ber jin îradeya xwe diparêzin û têdikoşin dewleta Tirk ew hedef girtin."   Di berdewamiya merasîmê de endama Kordînasyona YRJ`ê Dîlan Osman li ser pêvajoyên ku çapemeniyê di şoreşê de derbas kir, jiyana şehîd Gulîstan Tara, Hîro Behadîn û rolê wan di çapemeniyê de axivî.   Dîlan Osman, anî ziman ku çapemeniya jin dê têkoşîna wan bidomîne û dengê heqîqetê bighînin civakê.   Çalakî bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.