Gelek kes tevlî şîna li Elkê bûn 2026-08-26 16:00:44   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji bo pakrewanê Tevgera Azadiyê ya Kurd Şiyar Jîrkî ku di Tîrmeha 2019'an de li herêma Avaşînê di şer de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn. Bi girseyî serdana şînê tê kirin.   Tevgera Azadiyê ya Kurd navên pakrewanên Botanê ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane duh aşkere kirin. Yek ji van Şiyar Jîrkî (Serhat Erdem) ku di 22'yê Tîrmeha 2019'an de li herêma Avaşînê ya Herêma Kurdistana Federe di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Li navçeya Elkê ya Şirnexê îro bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Elkê ya Şirnexê ji bo Şiyar Jîrkî li Qada Newrozê ya li navçeya Elkê şîn hate danîn.    Malbata Şiyar Jîrkî, endam û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Elkê û gelek kes tev li şînê bûn. Di şînê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Ji gund û navçeyê gelek kes serdana şînê dikin.   Şîna ku îro serê sibê hate danîn dê sibê heta êvarî berdewam bike û bi dayîna mewludê bi dawî bibe.