ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2026'AN 2026-08-29 09:00:00     * Seroka Partiya Kedê ya Stenbolê Sema Barbaros pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyî ya ji 12 xalan pêktê nirxand û da zanîn ku pêşnûme bi tena serê xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têrnake û pêvajo bêyî ku hepsê burokrasiya ewlehiyê bê kirin, bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dikare veguhere aştiyê. BI DÎMEN    *Kesra Tîlkî ya ji ber pisgirêka debarê bi salane diçe zozanan û karkeriya çandiniyê ya demsalî dike, diyar kir ku îro jî ji ber zîpikê berhemek baş negirtine.  BI DÎMEN    * Ber bi 1’ê Îlonê ve jinan daxwazên aştiyê bilind kirin û ji bo aştiyeke mayînde dixwazin bibin xwedî gotin. Nevîn Daşdemîr, Aysel Onel û Evîndar Aysal wiha gotin: “Aştiyeke jin têdê tunebin ne mayînde ye. Divê jin bibin kirdeya aştiyê.” BI DÎMEN