Encama anketa li Qamişloyê: Bingeheke wekheviyê hat damezrandin 2026-08-29 14:15:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîna li Qamişloyê destnîşan dike ku beriya sala 2014’an statuya qanûnî ya jinan di nava malbat û civakê de bi tevahî di tariyê de mabû, lê piştî vê salê bi qanûn û guhertinên civakî re zemîneke wekhev ji bo jinan hatiye avakirin.   Navenda Lêkolînên Rojava ji bo Parastina Mafên Jin û Zarokan lêkolînek meydanî li seranserê bajarê Qamîşloyê pêk anî. Lêkolînê, bi daneyên berbiçav, rêjeya tundiya li dijî jinan, destkeftiyên qanûnî yên ku bi şoreşa jinan a 2012’yan hatine bidestxistin û nezelaliyên ku ji pêvajoya entegrasyona navendî derdikevin holê eşkere kir.   Lêkolîn li ser bingeha hevpeyvînên anketê yên rûbirû bi tevahî 600 jinên ji taxên Cûdî, Hilêliyê, Qudûrbeg, Enteriyê, Kornîş û Erbawî ve hatiye kirin. Rapor, ku bi têkiliya rasterast bi zêdetirî hezar jinan re di dema xebata meydanî de hate amadekirin, bi piştgiriya meydanî ya hevbeş a şaxên Kongra Star û Mala Mala Jinan li taxan bi dawî bû.   Lêkolîn destnîşan dike ku di serdema rejîma Baasê de, berî şoreşa 2012’an, rewşa qanûnî ya jinan di nav malbat û civakê de bi tevahî di tariyê de mabû. Nebûna daneyên fermî an saziyên pêbawer li ser tundiya li dijî jinan, zewaca zarokan û pirjiniyê ya berî sala 2012’an. Her wiha veşartina bûyerên tundiyê wekî "meseleyeke navmalî" û kontrola mutleq a ku ji aliyê adet, kevneşopî û zextên eşîrî ve li ser jinan dihat meşandin, raxist ber çavan.   Di vê serdemê de, dema ku mekanîzmayên parastinê yên serbixwe yên jinan tune bûn, qanûna rewşa kesane ya navendî ya Sûriyeyê mafê pirjiniyê da mêran û di heman demê de jin mehkûmî rewşeke bi tevahî newekhev a di warên zewac, berdan, welayet û mîratê de kir.   Qanûna Jinan, ku di sala 2014’an de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pejirandin û paşê Qanûna Malbatê, bi qedexekirina zewaca zarokan û pirjiniyê çarçoveyek wekhev ji bo jinan ava kir. Ji bilî çarçoveya qanûnî, toreke parastina saziyî hat afirandin ku bi avakirina avahiyên wekî Mala Jin, Kongra Star, SARA û Hêzên Ewlekariya Jinan rasterast mudaxeleyî tundiyê kir. Di vê pêvajoyê de, perwerdehiya mêran û sepandina biryardar a cezayên qanûnî li dijî sûcdarên tundiyê rêyek berbiçav a astengkirinê afirand.   Şeş mehên destpêkê yên sala 2026’an   Qeydên fermî yên Mala Jin ji bo şeş mehên pêşîn ên 2026’an de hejmarên berbiçav peyda dikin ku fonksiyon û guhertinên heyî yên vê pergala heyî bi daneyên şînber radixe berçavan.   “*Di şeş mehên pêşîn ên 2026’an de bi tevahî li Mala Jinan 240 gilî hatin tomarkirin.   * 109 ji van gilînameyan bi navbeynkarî û mekanîzmayên çareserkirina nakokiyan ên alternatîf hatine çareserkirin, di heman demê de 36 doz ji rayedarên dadwerî re hatine şandin.   * 153 ji gilînameyan rasterast bi nakokiyên di navbera mêr û jinan de û dozên tundiya zilaman ve girêdayî bûn.   * Nakokiyên pirjiniyê, ku di heman heyama berî 2014’an de mijara bi dehan gilînameyan bûn, di nîvê yekem ê 2026’an de ji ber qedexeyên qanûnî û kampanyayên hişyariyê tenê bi 5 gilînameyan ve sînordar man.”   Hemû jinên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin diyar kirin ku zêdebûna bihayên sotemenî û mazotê, enflasyona xwarinê, bêkarî û windakirina dahatê, tengezariyên navxweyî zêde kirine. Her çend krîza aborî ne tenê çavkaniya tundiyê be jî, bi zêdekirina girêdayîbûna darayî ya jinan a bi mêran ve, rasterast rê li ber wan digire ku ji hawîrdora tundiyê derkevin, jiyanek serbixwe ava bikin û pêvajoyên qanûnî bişopînin. Ev rewş krîza aborî ji zehmetiya darayî wêdetir dike û vediguherîne meseleyeke ewlehî û azadiya kesane. Salên şer, tevgerên koçberiyê, germahiya zêde, şert û mercên tenduristiyê yên nebaş jî wekî faktorên ku bi berdewamî stresa civakî zêde dikin têne destnîşankirin.   Dîtina herî berbiçav a raporê, bandora pêvajoya nû ya entegrasyona leşkerî, siyasî û îdarî ya li ser hevsengiya hêzê ya di nav civakê de bû. Nezelaliya li dora entegrasyona saziyên herêmî di nav pergala navendî de, di nav jinan de tirsa windakirina destkeftiyên wan çêkir; di heman demê de li ser bingeha têgihîştina ku 'mekanîzmayên destwerdana kevin êdî di xebatê de nînin', di nav mêran de hesteke rihetî û bêcezatiyê da çêkirin.   Her çend Danezana Destûrî ya Sûriyeyê, ku di 13’yê Adara 2025’an de ket meriyetê, bendên ji bo wekhevî û mafên kedê dihewîne jî, destnîşankirina dadweriya îslamî wekî çavkaniya sereke ya qanûndanînê fikaran li ser vegera qanûna Şerîetê ya berî 2014’an di mijarên rewşa kesane de derxistiye holê.   Rastiya ku di parlementoya veguhêz a 210 kursiyan de ku di sala 2026’an de hate damezrandin tenê 21 kursî (ji sedî 10) ji bo jinan hatine veqetandin, wekî nîşaneke berbiçav a sînordarkirina îradeya jinan di pêvajoyên destûrî de hate hesibandin. Wekî din, hate gotin ku gotegotên li ser sînordarkirinên azadiya tevgerê ya di qada giştî de û dûrxistina jinan ji jiyana kar, ligel nezelaliya qanûnî, bêewlehiyê zêde dikin.   Lêkolînê tekez kir ku fikarên ku li Qamişloyê hatine eşkerekirin li seranserê Sûriyeyê belav bûne. Bi balkişandina ser xwepêşandanên ku di Kanûna 2024’an de li Şamê hatin lidarxistin û bi sedan kes beşdar bûn da ku ji bo rêveberiya laîk û mafên hemwelatîbûnê yên wekhev parêzvaniyê bikin. Her wiha raporê diyar kir ku jinan li dijî pergaleke qanûnî ya li ser bingeha referansên olî îtîrazeke kolektîf pêş xistine.   Di beşa dawî ya raporê de hate gotin ku parastina herî mezin a li dijî tundiya li dijî jinan ne tenê rêziknameyên qanûnî ne; di heman demê de rêxistinbûna xweser a ji sala 2014’an vir ve hatiye avakirin, tora Mala Jinê û mekanîzmayên destwerdanê yên rastîn in, ku ev yek daxwazên bingehîn ên jinan nîşan dide.