Pakrewanên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn 2026-09-04 13:01:43   STENBOL - Li navçeya Ataşaehîr a Stenbolê Şehîdên Tevgera Azadiyê tên bibîranîn.    Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo pakrewanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Ataşehîrê bernameyê bîranînê hat lidarxistin. Malbatên pakrewanan, Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Cengîz Çîçek, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bîranînê bûn.   Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên pakrewanan hate danîn. Piştî axaftinan mewlûd hate xwendin.   Bîranîn bi serdanan didomin.