‘Divê li dibistanan mekanîzmayên piştgiriya civakî bên xurtkirin’ 2026-09-23 20:16:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa li ser dibistanekê ya li Manîsayê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hat protestokirin. Li Wan û Rihayê ji aliyê Egîtîm Senê ve daxuyanî hat dayîn û  hat destnîşan kirin ku divê mekanîzmayên parastinê, ewlehiyê, piştgiriya civakî û pedagojîk bên xurtkirin.   Li Riha û Wanê, êrîşa li dibistaneke Turtutlu ya Manisayê pêk hatî bi daxuyaniyên çapemeniyê protesto kir.   Riha   Li Rihayê li ber AVM Novada Parkê daxuyanî hat dayîn û  rêxistina DEM Partî ya Rihayê, pêkhateyên KESK’ê, mamoste û malbat beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dibistana ewle, paşeroja ewle dixwazin” hate vekirin.   ‘Bila MEB li şûna cilan, ewlehiya dibistanan bide ber çavan’   Metna çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Rihayê Murat Oruç ve hate xwendin. Murat Oruç bal kişand ser girîngiya tedbîran û diyar kir ku ji bo hawirdoreke ewle li dibistanan divê hemû tedbîrên pêwîst bên girtin û berpirsiyar jî bi rengekî karker û cezakirî bên cezakirin.   Murat Oruç bang li Wezareta Perwerdehiya (MEB) kir û got: “Li şûna ku MEB bi cil û bergên mamoste û xwendakaran re mijûl bibe, divê ji bo veguherandina dibistanan a bo jîngeheke ewle gavan bavêje.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Wezîr îstifa” û “Dibistana ewle, paşeroja ewle” bi dawî bû.   Wan   Egîtîm Sen a Wanê jî  li ber Şekerbankê daaxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Egîtîm Sen a Wanê Murat Atabay ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşa li hember Lîseya Teknîk û Pîşeyî ya Încî Uzmez a li Turgutluyê 11 xwendekar birîndar bûne û got ev bûyer wk bûyereke hêsan a asayîşê nikare bê nirxandin. Her wiha hat diyarkirin ku ev encama îhmalkariyên tu ewlehiya canê xwendekaran tune dihesibîne pêk hatiye û wiha hate gotin: “Divê mekanîzmayên parastinê, ewlehiyê, piştgiriya civakî û pedagojîk bên xurtkirin.Divê hewcedaryên xwendekaran li ber çavan bê girtin û  divê mamosteyên rehberê, şêwirmendên psîkolojîk û pisporên xizmeta civakî li dibistanan bên peywirdarkirin û rîsk li ber çavan bên girtin.”