ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2026'AN 2026-09-24 09:00:00     * Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê pêvajoyê de sernavên krîtîk ên rojên pêş de nirxand û got ji bernameya piştî qanûnê wê bê avakirin, heta rola Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan û heta derfetên hevdîtinan li bendê gavan in. BI DÎMEN    *S.T. ya ku kurê wê tiryakê bi kar dianî, ji bo ji vê yekê rizgar bibe gelek caran kurê xwe ji saziyên fermî re gilî kiriye û got ku li Botanê bi awayekî zanistî tiryak hatiye belavkirin. S.T., got, “Ciwanên me yên ku berê li dijî zilmê li ber xwe didan, îro ketine nava tora hişbirê.”    *Navenda Çanda Anatolya,bi atolyeyên cuda dest bi dema nû kir û hedef dikin ku xebatên ji bo zarokan li taxan jî bimeşînin. Ji rêveberiya navendê Reyhan Yildirimci wiha got: “Ev qada ku mirov dikarin aliyên xwe yên jêhatî derxin holê ye. Di vî alî de em li dijî çanda dejenerebûnê altenatîfin.” DÎMEN HEYE   * Hazîme Gormuş a ku piştî 20 salan di nûçeyeke ku di Nûçe TV de hat weşandin gora kurê xwe dît, derbarê goristanên ku hatine texrîpkirin de nerazîbûna xwe anî ziman û got, "Li gel ku zarokên me canê xwe ji dest dane jî dewlet wan rehet nahêle." DÎMEN HEYE   *Piştî derketina dîmenên ku Fahri Aktan hewl dide li medreseyekê ya li navçeyek Amedê tecawiz li zarok bike, hat hînbûn ku xwediyê medreseyê polîsê teqawîtbûyî Azîz Aktan e. Her wiha, hat îdiakirin ku li medreseyê îstismar û tecawizkirina sîstematîk a zarokên din jî pêk hatiye.