‘Em li dijî çanda dejenerebûnê alternatîf in’ 2026-09-24 09:03:34   ENQERE - Navenda Çanda Anatolya,bi atolyeyên cuda dest bi dema nû kir û hedef dikin ku xebatên ji bo zarokan li taxan jî bimeşînin. Ji rêveberiya navendê Reyhan Yildirimci wiha got: “Ev qada ku mirov dikarin aliyên xwe yên jêhatî derxin holê ye. Di vî alî de em li dijî çanda dejenerebûnê altenatîfin.”   Navenda Çand û Hunerê ya Anatolîa ku sala borî li  navçeya Çankaya ya Enqeyê hat vekirin, bi atolyeyên cuda dest bi dema nû dike. Di atolyeyan de ji bo mezinan atolyeyên kemence, erbane, flut, çello, perwerdehiya deng, şan, wêne û sînemayê wê bên vekirin. Ji bo zarokan jî wê atolyeyên drama, rîtîm, koro, govend bê vekirin. Li aliyê din em plan dikin ku li taxan bi atolyeyên boyax, ger, rîtîmê bi zarokan re bên gel hev. Serlêdanên ji bo atolyeyan 30’ê îlonê de wê bi dawî bin. Di 1’ê cotmehê de wê perwerde dest pê bikin.   Rêvebera navenda Çand û Hûnerê ya Anatolya Reyhan Yildirimci û ji yekîneya zarokan hîndekar Sîdar Turkoglu der barê armanca xebatan de, atolyeyên dema nû de axivîn.   ‘Em hûnerê bi civakê re tînin gel hev’   Reyhan Yildirimci da zanîn ku yek ji armanca avakirina Komeleya Çand û Hunerê ya Anatolîa ev e ku ji bo gelê ku ji Kurdistanê koçberî Enqereyê bûne, zemîna çand û hunerê ya bi zimanê wan biafirînin û got: “Di atolyeyan de hedefa me ev e ku mirov bi çanda xwe bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin û hûnera xwe derxin holê. Em li vir xwendekaran ne wek qursiyer, wek kesên ku çanda xwe diafirînin û bi axa xwe re tê gel hev dibînin.Em di bernameyên nav saziyê û derveyê saziyê de hûnerê bi civakê re tînin gel hev.”   ‘Em alternatîf in’   Reyhan Yildirimci destnîşan kir ku rizandin û dejenerebûn li civakê  tê ferzkirin û wiha anî ziman: “Li taxan polîtîkayên taybet tên meşandin. Bikaranîna hişbirê zêde bûye û fuhuş jî zêde bûye. Ciwan û zarokan dikin alava van polîtîkayan. Lê ev qad qadeke ku mirov dikarin xwe derxin pêş e. Ev qad ji bo wan hatiye afirandin. Em alternantîfa çanda dejnere ne.”   Atolyeyên dema nû   Sîdar Turkoglu jî anî ziman ku ji bo zarok û ciwanan atolyeyên wan ên cuda hene û di atolyeyên muzîkê de tevlibûna zarokan gelek zêde ye. Sîdar Turkoglu wiha dirêjî dayê: “Di dema nû de drama, rîtîm û solfej wê hebe. Em di vê demê de tevlibûneke hîn zêdetir dipên. Niha zarok hem tevli keman û hem jî piyanoyê dibin. Ji bo mezinan jî wê atolyeyên me yên keman, piyano, şan, bilûr, erbaneyê wê hebin. Ligel vê wê atolyeyên şanoyê, wêneyan hebe.  Hedefa me ev e ku em li taxên cuda yên Enqereyê jî bi van atoltyeyan bi zarokan re bên gel hev.”