Li Botanê rûyê şerê piralî (5) 2026-09-25 09:07:47   Li Botanê talana ekolojîk: Rapor çi vedişêrin?   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Rapora Rewşa Jîngehê ya sala 2024’an ku ji aliyê Rêveberiya Parêzgeha Şirnexê ya Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve hatibû amadekirin, wêrankirina ekolojîk a ku bi salan e li bajêr berdewam dike, paşguh kir. Herçend rapor gelek kiryarên ku bandorê li xwezayê û jîngehan dikin ji birîna daristanan û xebatên madenê bigire heta santralên termal û projeyên bendavan li ber çavan nagire jî, cudahiya di navbera daneyên fermî û rastiya li qadê de derket pêş.   Polîtîkayên şerê taybet ku bi salan e li Botanê berdewam dike, ne tenê jiyana civakî, di heman demê de xweza û qadên jiyanê jî dike hedef. Bendav, kanên madenê, petrol û projeyên ku balê dikişînin ser mijarên ewlehiyê ku di van salên dawî de zêde bûne, ne tenê veberhênanên aborî ne; ew beşek ji wan polîtîkayan e ku, ligel hawîrdora xwezayî, bîra civakî, qadên hilberînê û çanda jiyanê jî diguherînin.     Projeyên ku li gelek deverên herêma Botanê hatine pêkanîn bi taybetî piştî heyama 2015-2016’an û bi giranî li ser çiyayên Kato, Cûdî û Gabarê û herwiha li herêma Bestayê pêkhateya ekolojîk bandoreke rasterast li jiyana gundewarî jî dike. Mûdaxaleyên ku bandorê li gund, zozan û deverên daristanî dikin, ne tenê encamên hawirdorî, lê her wiha encamên civakî û çandî jî bi xwe re tînin.    Di vê beşa dosyayê de, lingê ekolojîk ê polîtîkayên şerê taybet û wêranîya ekolojîk a ku li Botanê hatiye afirandin; di ser parêzvanên xwezayê û gelê herêmê re tê destgirtin. Me ne tenê encamên derdorî yên destwerdanên li ser xwezayê, bandora wan a li ser bîra civakî, şêweyên hilberînê û çanda jiyanê ya herêmê jî girt dest.      Piştî 2015’an qirkirina ekolojîk    Piştî heyama 2015-2016’an, li Botanê bi rêya birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, bi deh hezaran ton daristan hatin wêrankirin; herwiha di şewatên ku ji ber vê yekê derketin de, bi sed hezaran dar bûn xwelî. Herçend derbarê wêrankirina ekolojîk de ti daneyên fermî yên berfireh tune bin jî, şopên talankirina xwezayê li gelek deverên herêmê bi zelalî xuya dikin.     Di rapora 106 rûpelî de ti wêrankirina ekolojîk nîne!   Rapora Rewşa Jîngehê ya 2024’an ku ji aliyê Rêveberiya Bajêr a Jîngeh, Bajarvaniyê û Guherîna Avhewayê ya Şirnexê ve hatiye amadekirin, cih dide daneyên hewa, av, cihêrengiya biyolojîk û jîngehê. Lê belê derbarê birîna daristanan, xebatên maden û bandora polîtîkayên ewlehiyê ya li ser siruştê ku bi salan e li Cûdî, Gabar, Besta, Kato û Faraşînê berdewam dikin de ti nirxandin nehatiye destgirtin. Di raporê de tevî ku tê gotin “Di salên dawî de di daristanên me de ji aliyê kalîte û hejmarê ve ti guherîn pêk nehatiye”, dîmenên peykê û dîmenên ku di raya giştî de cih girtine derdixin holê ku bi taybetî li Gabarê û li gelek herêman qadên berfireh ên daristanan hatine tinekirin. Di rapora ku Baroya Şirnexê di sala 2021’ê de li ser bingeha daneyên Midûriyeta Daristanan amade kiriye de hatibû diyar kirin ku sermayeya daristanên bajar tenê di heft mehan de ji sedî 8 kêm bûye.       Tevlî hemû nerazîbûnên raya giştî û rêxistinên ekolojiyê jî birîna daran berdewam dike. Birîna ku di mehên zivistanê de navber dabûnê, bi biharê re dîsa dest pê kir û bi taybetî ji herêma Bestayê dîmenên nû yên qirkirinê derketin holê.    Xebatên maden û enerjiyê    Di Rapora Rewşa Jîngehê de tê diyarkirin ku qirêjiya hewayê bi piranî ji şewata di mehên zivistanê de tên bikaranîn çêdibe; lê belê bandorên jîngehî yên Santrala Termîk a Silopiyê, xebatên petrol û madenê bi rengekî fireh nehatiye nirxandin.    Li gor raporê di sala 2024’an de li Santrala Termîk a Silopiyê 840 hezar û 682 ton komir hatiye bikaranîn û di encama vê de 262 hezar û 636 ton xweliya firok û 192 hezar û 521 ton bermahîyên hişk çêbûne. Tevlî vê yekê jî derbarê bandora van xebatan a li ser hewayê û tenduristiya gel de nirxandineke berfireh nehatiye kirin.       Di raporê de xebatên madenê tenê bi kargehên keviran re hatine sînorkirin. Lê belê derbarê hilberîna petrolê ya li Gabarê ku bi lez zêde dibe û qadên asfaltîtê de cih nedane nirxandinên fireh. Li gorî daneyên fermî, hilberîna petrolê ya rojane li Gabarê di sala 2024’an de heta 75 hezar varîlan bilind bûye. Li gorî daneyên DÎSK’ê jî li tevahiya Şirnexê ji sala 2012’an vir ve 86 şirketên madenê xebatan dimeşînin.   Gundên qedexe û çavkaniyên avê    Di raporê de nirxandinên berbiçav ên derbarê bandora qirêjiya avê ya li ser çandinî û sewalkariyê de cih negirtin. Xelkê herêmê û rêxistinên jîngehê diyar dikin ku bermahîyên ji kargehên komirê bi salan e Rûbarê Nêrdûşê qirêj dikin.   Li aliyê din, qada 758 hezar metreçargoşeyî ya gundên Şax û Heblerê yên Cizîrê ku di sala 1993’yan de hatibûn valakirin û bi salan e ketina wan qedexe ye, ji bo 49 salan ji Wezareta Parastina Neteweyî re hat tahsîskirin. Tê diyarkirin ev qada ku erdên bi tapû yên gundan jî di nav de ne, wekî qada gufark û tetbîqatê tê bikaranîn.     Li heman herêmê projeya bendav û HES’ê ku ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve li ser Rûbarê Nêrdûşê tê plankirin jî wekî gefeke nû ya ekolojîk derdikeve pêş. Tê diyarkirin ku di cîbicîkirina projeyê de dê gundê dîrokî yê Şaxê, gelek avahiyên dîrokî û qadên jiyanê di bin avê de bimînin.   Tevî ku derbarê sala 2026’an de daneyên fermî tune ne jî, ji Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Eylem Cîn, wêranî û karesata ekolojîk a ku bi salan e li herêmê berdewam dike nirxand.    Hevsengiya ekolojîk hatiye xirabkirin   Eylem Cîn diyar kir ku wêraniya ekolojîk a li Kurdistanê ne tenê xisar û wêraneke jîngehî ye, her wiha got ku ev yek wekî “parçeyekî polîtîkayên şerê taybet” tê meşandin. Eylem Cîn anî ziman ku bi wêraniya ekolojîk re dîrok, çand û bîra civakî ya gel jî tê armancgirtin û bi lêv kir ku piştî sala 2015’an mûdaxaleyên li dijî xwezayê dijwartir bûne.     Eylem Cîn destnîşan ku ji sala 2015’an vir ve li herêmên Besta û Elkê birîna daran bi berfirehî pêk tê û ji sala 2020’î şûn de jî bi sedan ton darên şîn hatine birîn û got ku li dijî vê yekê gel bertekeke tund nîşan daye. Eylem Cîn anî ziman ku bi komkujiya daran re qirêjiya hewayê zêde bûye, germahî bilind bûye û hevsengiya ekolojîk xera bûye û diyar kir ku birîna daran bi destê cerdevanan tê kirin.    Gel ji qadên jiyanê tên dûrxistin    Eylem Cîn da zanîn ku piştî sala 2015’an gelek gund hatine valakirin, qadên berfireh wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine îlankirin û ji çûyîn û hatina gel re hatine girtin. Eylem Cîn, anî ziman ku vê yekê koçberiyê zêdetir kiriye û xelk ji qadên jiyana xwe hatine dûrxistin. Eylem Cîn bi bîr xist ku li herêmên ku birîna daran lê zêde bûye baregehên leşkerî û qereqol hatine çêkirin û destnîşan kir ku li Cûdî, Gabar, Kato û Marînosê li gelek herêman avakirina leşkerî û wêrana ekolojîk bi hev re tê meşandin.      Bendav gefê li dîrok û hilberînê dixwe   Eylem Cîn da xuyakirin ku ligel birîna daran, projeyên bendavan jî wêrana ekolojîk û çandî kûr dikin û got ku projeyên li ser Heftborî ya navçeya Qilebanê û Rûbarê Nêrdûşê ya li Cizîrê tên plankirin hem jiyana xwezayî û hem jî mîrateya dîrokî gef lê bixwin. Eylem Cîn destnîşan kir ku keleh, dêr û medreseyên li hewza gundên li Rûbarê Nêrdûşê bi bendavan re di bin xetereya di bin avê de manê de ne û anî ziman ku dê zirar bîgihêje qadên çêrgehê (mera) û hilberîna çandinîyê jî.   Eylem Cîn diyar kir ku bendav di heman demê de tê wateya mûdaxaleya rasterast a li ser jiyana aborî ya gel û wiha got, “Sewalkarî û çandinî bi paş de diçe. Tê xwestin jiyana gund û çanda hilberîna komûnal bê tasfiyekirin. Bi wêrana ekolojîk re hêza aborî ya gel jî tê armancgirtin.”     Xebatên petrol û madenê    Eylem Cîn da xuyakirin ku piştî sala 2015’an li tevahiya Şirnexê çêkirina avahiyên betonî zêde bûye, li quntarên Çiyayê Cûdiyê qadên madenê yên bi kîlometreyan dirêj dibin pêk hatine û li Gabarê jî di çarçoveya xebatên petrolê de gelek bîrên lêgerînê hatine vekirin û rêyên nû hatine çêkirin. Eylem Cîn anî ziman ku van xebatan yekparçeyiya ekolojîk xera kiriye û cih da van gotinan, “Êdî em hesretî ezmanekî şîn mane.”     Eylem Cîn anî ziman ku santrala termîk a li Silopiyê jî bi salan e bandoreke neyênî li ser jîngehê û tenduristiya gel dike û destnîşan kir ku li herêmê guhdariya gelek şahidiya kirine ku rêjeya zayînê kêm bûye û nexweşiyên dil û damaran zêde bûne, got ku santral rasterast bandorê li ser mafê jiyanê dike.   ‘Hetanî xweza azad nebe civak jî azad nabe’   Eylem Cîn di dawiya axaftina xwe de got ku di serdemeke ku nîqaşên aştî û demokratîkbûnê berdewam dikin de wêraniya ekolojîk jî berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Şerekî sosyolojîk û demografîk tê meşandin. Berî ku dewlet bi gel re li hev bîne, divê destê xwe ji ax û xwezaya vî gelî vekişîne. Hetanî xweza azad nebe civak jî azad nabe.”      Projeyên HES’ê yên li Şirnexê wiha ne:    * Bendav û HES’a Şirnexê di xebatê de ye. * HES’a Gruba Enerjiyê ya Musatepe-Kavşaktepeyê di xebatê de ye. * Bendav û HES’a Qilebanê di xebatê de ye. * Bendav û HES’a Silopiyê di xebatê de ye. * Bendav û HES’a Balliyê di xebatê de ye. * HES’a Qilebanê di xebatê de ye. * Bendav û HES’a Cizîrê xwedî lîsansa hilberînê ye. * HES’a Ilicakê xwedî lîsansa hilberînê ye. * Bendav û HES’a Çetîntepeye xwedî lîsansa hilberînê ye. * HES’a Gruba Enerjiyê ya Silopiyê xwedî pêş-lîsansê ye. * Bendav û HES’a Canê xwedî pêş lîsansê ye. * HES’a Meşetepeyê xwedî pêş lîsansê ye. * Bendav û HES’a Şenovayê xwedî lîsansê ye. * HES’a Tugbayê tê plankirin. * Bendav û HES’a Yuksekkayayê tê plankirin. * HES’a Sekerekê tê plankirin. * Regûlator û HES’a Ayvalikê tê plankirin. * HES’a Çaglayanê tê plankirin. * GES’a Silopiyê di xebatê de ye. * GES’a Otela Şehr-î Nuhê di avakirine de ye. * GES’a Cezerî xwedî pêş lîsansê ye. * GES’a Zumrutê xwedî pêş lîsansê ye.    Sibehê: Du dosya, tabloya hevpar: Edaleta derengmayî