Kongreya Psîkolojiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir 2026-09-25 13:16:29   AMED - Kongreya Psîkolojiyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Komeleya Psîkologên Mezopotamyayê ve di 25, 26 û 27'ê Îlonê de bi dirûşma “Mirov divê psîkolojiya xwe bi ziman û nasnameya xwe hîs bike” li Navenda Kongreyê ya DBB Alî Emîrî tê lidarxistin, dest pê kir.   Kongreya Psîkolojiyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Komeleya Psîkologên Mezopotamyayê ve di 25, 26 û 27'ê Îlonê de bi dirûşma “Mirov divê psîkolojiya xwe bi ziman û nasnameya xwe hîs bike” li Navenda Kongreyê ya DBB Alî Emîrî tê lidarxistin, dest pê kir. Di vekirina kongreyê de ligel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Bajar a DEM Partiyê Gulşen Ozer, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, endamên meclisa DBB’ê, serokên daîreyan, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û psîkolog amade bûn.   Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku ew ji pêvajoyeke gelekî girîng a wekî pêvajoya aştiyê derbas dibin û di vê serdema krîtîk de bal kişand ser girîngiya xebatên psîkolojiyê di warê psîkolojiya civakê de. Hevşaredar Serra Bucak wiha axivî: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo me gelekî girîng e. Em çawa dikarin piştgiriyê bidin vê pêvajoyê, ev pirseke me ya girîng e. Hêza me heye, em ê piştgiriyê bidin we; hûn ê piştgiriya me bikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya qada ziman û psîkolojiyê û tekezî li ser giringiya xebatên di vî warî de kir.   Xebata atolyeyê dê bê çêkirin   Piştî axaftinên vekirinê, kongre bi danişînên bi sernavên “Xebatên avakirina ziman û nasnameyê”, “Test û terapiya di pratîkên psîkolojiyê de” û “Cihê zimanê zikmakî, avakirina nasnameyê û înkarkirina wê” berdewam kir. Roja ewil a kongreyê dê bi xebata atolyeyê ya ku bê lidarxistin bi dawî bibe.