17 sal derbas bû: Zarokek ku 12 salî ma, bîra ku bêdeng nema 2026-09-28 09:04:26   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Zarokatiyek ku di 12 salî de nîvco ma, dayikeke ku parçeyên keça xwe kir pêşmala xwe û lêgerîna edaletê ya 17 salan…  Di nîvcomayîna zarokatiya Ceylan Onkol de berpirsyarya dewletê hat tespîtkirin lê bêcezahiştin li vê erdnîgariyê didome.   Ji bo mezinbûna hinek zarokan destûr nayê dayîn. Yek ji van Ceylan Onkul e û zarokatiya wê nîvco ma. Di 12 salî de di 28’ê Îlona 2009’an de li Licê ya Amedê li gundê Kanîspî li mezra Xanbaz dema sewal diçêrans bi guleya hawanê ya ji qerekolê hat avêtin hat qetiklirin.   Teqîn saet li dora 11.30’an pêk hat û piştî teqînê hemû malbat çûbûn cihê bûyerê. Bedena Ceylan Onkol 6-7 saetan li erdê ma û piştî teqînê malbatê agahî da cenderme û dozgeriyê. Lê  doktor û dozger bi hinceta herêm bi rîsk e’ neçûn cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol dema xwe gîhand cihê bûyerê parçeyên cenazeyê keça xwe xist pêşmala xwe. Malbat û gundiyan cenaze girtin û birin qerekolê.   Destên dayikekê   Dayika wê Salîha Onkol parçeyên bedena keça xwe kom kir. Zarokatiya Ceylan Onkol ne tenê bi teqînekê bi bêdengiya cenazeyê ku dewlet nêzî wê nebû nîvco ma. Têkoşîna zehmet a malbatê li vir dest pê kir.   Pirsên hatin pirsîn neguherîn   Raporên der barê muhîmata ku bû sedema qetilkirina Ceylan Onkul ket dosyayê. Malbatê xwest îdiaya ku ji aliyê leşkeran ve ev muhîmat hatiye avêtin bê lêkolînkirin. Lê pisporekî alternatîf diyar kir îdiaya ku Ceylan Onkol bi mudaxaleya xwe teqîn kiriye ne rast e.   Êşa malbatê her çû mezin bû û pirsa ‘çima Ceylan mir?’ pirsîn û li bersivê geriyan.   Serdozgeriya Komarê ya Licê di 4’ê Nîsana 2013’yan de di lêpirsîna der barê gumanbaran de ku ji sûcê ‘peywir nebaş bikaranîn’ dihat meşandin biryara neşopandinê da. Biryar da ku cih ji vekirina doza cemawerî re tuneye. Bi vî awayî carek din ji malbatê re derî hatin girtin. Lê dayika wê Ceylan Onkol, Salîha Onkol têkoşîna xwe meşand.   Dosya vê carê birin dadgehê. Wezaretê îdia kir ku îdare ne bi qusur e. Li ser daxwaza dadgehê wezaretê, di alî ku îdare ne bi qusur e parastin kir. Dadgehê Ceylan Onkol ji sedî 10,  îdare jî ji sedî 90 bi qusur dît û tazmînat daxist.   Daxwaza Edaletê   Piştî kuştina Ceylan Onkol, lêgerîna malbata wê ya ji bo edaletê qet bi dawî nebûye. Parêzvanên mafên mirovan bi salan e heman pirsê dipirsin. Doza Ceylan Onkol tenê dozek qanûnî ya li ser mirina zarokekê nemaye. Bi salan e, daxwaza edaletê ji bo Ceylan Onkol li gelek bajaran belav bûye.