Ji bo komkujiya Roboskiyê careke din banga edaletê hat kirin 2026-09-28 15:33:15   ENQERE - Hewldana Edaletê ji bo Roboskiyê, di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de xwest ku berpirsyar bên eşkerekirin, darizandin û dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê anîn.   Hewldana Edaletê ji bo Roboskiyê di meha 177’emîn a komkujiya ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê di encama bombardumana balafirên şer de 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li Enqereyê çalakiyek lidar xist.   Di çalakiya ku li Kolana Sakaryayê hat lidar xistin de dirûşmeyê “Bila kujer bên dîtin û darizandin” hat berzkirin.   Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Turgut, diyar kir ku tevî ku di ser komkujiya Roboskiyê re 14 sal derbas bûne jî hê bûyer bi hemû aliyên xwe ve nehatiye ronîkirin. Sevîl Turgut, anî ziman ku mekanîzmayên îdarî, leşkerî û edaletê li cihê berpirsyar eşkere bike wan diparêzin dosya hatine girtin û bêcezahiştin berdewam dike.   Sevîl Turgut, destnîşan kir ku aştiya mayînde ne tenê bi bêdengkirina çekan pêkan e û diyar kir ku li gel Roboskiyê divê kuştinên kiryarên wan nediyar, windakirinên bi darê zorê, êşkence û binpêkirinên din ên giran ên mafên mirovan jî bên ronîkirin. Sevîl Turgut, her wiha behsa girîngiya pêkanîna edaletê ji bo mexdur û malbatan kir.   Sevîl Turgut, destnîşan kir ku berpirsiyariya dewletê ye ku kiryarên sûcên li hemberî welatiyan hatine kirin derxîne holê û bide darizandin û got ku ji bo aştiya mayînde û demokratîkbûnê divê dawî li bêcezahiştinê bê anîn û bi rabirdûyê re rûbirûbûn pêk bê.