Dozeke nû li rojnameger Oznur Deger hat vekirin 2026-09-28 16:12:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Dozeke nû li dijî rojnamevan Oznur Deger bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" hat vekirin û gotarên nûçeyan ên ku wê li ser hesabê xwe yê X'ê yê astengkirî parve kirine wekî sedem hatine nîşandan.   Li Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger bi tohmeta "propagandaya rêxistinê ya rêzeçalakiyan" dozek nû hat vekirin. Îdîanameya ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de hatibû amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Wanê ve hat qebûlkirin.   Gotarên nûçeyan ên ku Oznur Deger li ser hesabê xwe yê X'ê yê astengkirî parve kirine wekî sedem hatine nîşandan.   Rûniştina yekem di meha çileyê de   Rûniştina yekem a îdianameyê ku ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Wanê ve hatiye qebûlkirin dê di 19'ê Çileya 2027'an de were lidarxistin.