Êzîdiyên ji destên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkrin gihijtin Şengalê 2017-10-05 09:16:56 Pelşîn Gabar/Solîn Şengalî ŞENGAL - Pênc êzîdiyên ku di Tebaxa 2014'an de dîl ketibûn destê DAÎŞ'ê li Dêrezorê ji aliyê şervanên YPŞ û hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin, ji aliyê meclisa TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.   Dilîn, Dilo û Dilbirîn ku xwişk û birayên hevin zarokên Bedel Xudêda ji gundê sulax, Nûfa Ezîz ji gundê Koç û Reet Salih ji gundê sulax ku di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de dîl ketibûn destên çeteyên DAÎŞ'ê , ji aliyê şervanên YPŞ û hêzên QSD'ê ve hatin rizgar kirin û ji aliyê  Meclisa TAJ'ê ve radestî malbatên wan hatin kirin.   Li ser navê meclisa TAJ'ê dayê Kinê Xidir axivî û wiha got: " Em bi hatina van pênç dilên me yên ku ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgarbûn kêfxweş in û  xêrhatina wan dikin. em gelekî keyfxweşbûn, hêviya me ew ku yên mayîn jî di demek nêz de bigihênser axa pîroz a şengalê. Em spasiya  kesên ku zarokên me ji destên wan kafiran rizgar kirin dikin dikin.   Em bejna xwe li ber hemû berxwedêrên  xwe yên azadiy ditewinin û em silavên xwe ji vir heyanî Îmralî ji Rêber APO re dişînin. Bijî YBŞ û bijî berxwedana Şengalê."   Li ser navê malbatê dayîka Reed Meheya Qasim Xelef jî wiha hestên xwe anîn ser ziman: "Ez pir keyfxweşim ku îro kurê min hatiye, mala hevalan  sed carî ava zarok, keç û jinên me ji destê DAÎŞ'ê  rizgar dikin. Hêviya me ew ku yên din ên di destê DAIŞ'ê de ne jî di demek nêz de xilas bibin."    Keça bi navê Nûfa Ezîz ya ku ji destê çeteyên DAÎŞ'ê  rizgar bûyî jî wiha axivî: " Ez îro gelekî keyfxweşim ku ez ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûme. Hêvî dikim ku keç û xurtên me yên ku di destê çeteyên Daîş'ê de mane ew jî zû xilas bibin, werin ser axa pîroz. Ez pir keyfxweşim ku ez ji destê wan kafiran rizgarbûm."