Ji girtiyan re gotin ‘Hûn terorîst in’ û Serlêdanên wan ên derbarê sûc de desteser kirin! 2017-10-05 12:21:25   NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên girtîyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa E yê ya Amedê û Girtîgeha Tîpa M yê ya Îskenderûnê diyar kirin ku ji ber zext û zordestiyên li girtîgehan divê demildest raya giştî bê avakirin. Jinên Îskenderûnê zordestiyên ku li girtîgehê tê kirin nivîsandin û diyar kirin ku mudurê girtîgehê ji wan re gotiye” Hûn terorîst in loma em ê ji a niha şûn de bi awayekî cuda nêzî we bibin.” Jinan anî ziman ku serlêdanên sûcdariyê wan jî hatine desteserkirin.     Zext û zordestiyên ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê tê kirin roj bi roj zêde dibin. Ev zext û zordestiyan bi taybet li ser girtiyên siyasî tê kirin. Girtîgeha Tîpa E yê ya Amedê û GirtÎgeha Tîpa M yê ya Îskenderûnê jî di nava van girtîgehan de cihên xwe digirin.    ‘Hûn terorîst in em ê cuda nêzî we bibin’   Jinên girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa M yê ya Îskenderûnê di nameya şandibûn de diyar kirin ku piştî mudurê girtîgehê hatiye guhertin, helwesta girtîgehê jî guheriye. Jinên ku bi zex û zordestiyan rû bi rû dimînin daxuyandin ku şeva 2’ê Cotmehê girtinin ser odeyên wan û her tişt belav kirine. Her wiha jinên girtiyên siyasî gotin:”Dema ku em derdikevin hevdîtinê mudur ji me re dibêje ‘Hûn Terorîst in, em ê bi helwestek cuda nêzî we bibin.’”   Jinên di girtîgeha Tîpa M yê ya Îskenderûnê de zext û zordestiyên ku li wan tê kirin wiha rêz kirin:   *Hevdîtina li ser piyan li me asê dikin û nûnertiya napejirînin.   *Lêpirsînên kêfî tê vekirin.   *Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî tê asêkirin.   *Mafên me yê civakî nadin me.   *Alavên ku bi rêya qoliyan tê nadin me.   *Me nabin diransaz û revîrê.   *Dema ku em diçin tedawiyê me bi kelepçeyê dibin. Wekî hincet jî talîmata dozger nîşan didin.   *Ji nav xwarinan kêzik derdikeve.   *Nameyên me nayên şandin, nameyên ku tên nadin me.