Girtiyên Girtîgeha Mêrdînê nayên dermankirin 2017-10-06 09:04:30   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Hat aşkerekirin  ku girtiyên li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê nayên dermankirin û girtiyên li dijî zordestiyan  bêdeng namînin jî surgunî girtîgehên din tên kirin.   Bi OHAl'ê re li girtîgehan jî zext zêde bûn.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku bi îşkence, şîdet û heqeretan her tim tê rojevê, zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin.  Li gorî agahiyên ku malbatan dane li girtîgehê girtî her tim rastî heqeretan tên û girtî nayên dermankirin.  Li girtîgeha ku 28 kes kirine koxuşekê, hat gotin ku cih tüneye ku girtî lê razên.   Girtî nayên dermankirin   Girtiyên ji bo nexweşanê serî li rêveberiya girtîgehê didin, rêveberî mehek şûnde li wan vedigere û girtiyên li dijî van pêkanînan derdikevin jî surgunî girtîgehên din tê kirin.  Li girtîgeha ku hem girtiyên jin û hem jî yên mêr ên siyasî hene, malbatên wan diyar kirin ku girtî dermankirina xwe bi xwe dikin. Agahiyên dane malbatan wiha ne; "Dema em dixwazin bên dermankirin mehek şûnde li me vedigerin.  Rewş çi dibe bila bibe helwesta wan naguhere.  Dema hevalên me li dijî vê yekê derdikevin tên surgunkirin. Her tim odeyên me tên serdegirtin. Em rastî derb û heqeretan tên."   Di koxuşekê de 28 kes dimînin û cih tüneye ku girtî razên.  Rêveberiya girtîgehê jî li dijî van bertekan bêdeng e.